• Thursday, 28 March 2024
logo

Jina herî kin li cîhanê

Gulan Media December 17, 2011 Corane
Jina herî kin li cîhanê
Jina herî kin li cîhanê ji aliyê Guinness ve hate dest nîşan kirin ku bejna wê 62,8 santîme.

Keça ji Hindîstanê ya 18 salî Jyoti Amge ji aliyê yek ji endamên Guinness a cîhanî Rob Molloy ve 3'ê cara bejna wê di bin kontrola doktoran de pîva.

Molloy wiha got "Ji ber ku bejna keçikê 62,8 santîm metreye, me di nava 24 demjmêran de 3'ê cara bejna wê pîva, lewre herî kêm be jî, dibe ku di nava rojekê de pîvana bejna wê bê guhartin." Di berdewamiyê de got "Me bejna keçikê, dirêjkirî û li ser piyan 3'ê cara ku doktor li cem me bûn pîva û me pîvana navîn wergirt." Bi vî awayî keçika Hindîstanî bi bejna xwe ya kin der bazî nava rûpela Guinness ya cîhanî bû.



Avestakurd
Top