• Saturday, 20 April 2024
logo

Kesên ku bi lez dixun qelewtir in

Gulan Media December 13, 2011 Corane
Kesên ku bi lez dixun qelewtir in
Kesên ku bi lez nan dixun zehmetiyeke zêdetir dixin ser me`îdeya xwe, li gor kesên ku bi hêdî nan dixun û bi diranên xwe û ava di devê xwe de xwarinê hûr dikin û karê me`îdeyê hêsan dikin. Kesên ku bi hêdî dixun xwarineke kêmtir ji kesên lezgîn dixun û sûdeke zêdetir jî jê dibînin.

Lêkolîneke zanîngeha Road Ayland, kifş kir ku qelew xurtir ji kesên normal nan dixun, herwiha rêjeya ava vedixun zêdetir e.

Kesên ku zû dixun di xulekekê de 88 gramên xwarinê dixun, di demekê de kesên ku normal dixun 71 graman dixun û kesên ku hêdî jî dixun 56.5 gramên xwarinê dixun.

Lêkolîneke din eşkere dike ku mêr bi xurtiyeke zêdetir ji jinan nan dixun, bi awayekî mêr di xulekekê de 80 yekîneyên germiyê yên xwarinê dixun, lê jin di heman demê de tenê 56 yekîneyan dixun. Lêkolînê diyar kir ku xwezaya hinek xwarinan wisa ye ji xwarinên din zûtir tên xwarin, weke makarona, nanê sipî û kartolan.

RUDAW
Top