• Friday, 26 April 2024
logo

Kargeheke berhemanîna otomobîlan dê li Silêmaniyê bê avakirin

Gulan Media November 3, 2011 Corane
Kargeheke berhemanîna otomobîlan dê li Silêmaniyê bê avakirin
Desteka Veberhênanê ya Silêmaniyê aşkere kir ku veberhênerekî navxweyî yê herêmê daxwaza avakirina kargeheke berhemanîna otomobîlan pêşkêşî destekê kiriye.

Birêveberê Desteka Veberhênanê ya Silêmaniyê Ferman Xerîb got, “Veberhênerekî navxweyî daxwazek pêşkêşî me kiriye ji bo avakirina kargeheke komkirina parçeyên otomobîlan û berhehmanîna wan li Silêmaniyê.”

Xerîb amaje kir ku desteka wan niha mijûlî nirxandina wê projeyê ye û pey re dê erd ji bo projeyê bê peydakirin.

Xerîb aşkere kir ku wî veberhênerî girêbestek digel kompaniyeke Çînê ya taybet bi komkirina parçeyên otomobîlan û çêkirina otomobîlan, îmze kiriye.

Xerîb hêvî jî xwest ku di demeke nêz de otomobîl li bajarê Silêmaniyê bêne berhemanîn.

AKnews
Top