• Friday, 26 April 2024
logo

Êdî jin bê zilam jî dikarin bibin dayîk

Gulan Media October 23, 2011 Corane
Êdî jin bê zilam jî dikarin bibin dayîk
Lêkolerên Brîtanî karîne toyê zilaman di zanîngeha New Kasel de çêkirin û êdî dê bê zilam jin bikarin zarokan bînin.

Televîzyona MBC ya erebî di raporekê de behsa lêkolînek nû dike ku têde hejmarek zanayên Brîtanî di zanîngeha New Kasel de encam dane û di vê baweriyê de ne ku jin bê beşdariya zilaman dikarin avis bin.

Zanayan çend taqîkirin encam dane û têde serketî bûne û bo yekem car toyê zilaman çê kirine û li gorî wan li gorî sîstemek diyarkirî amade kirine.

Çavdêr di vê baweriyê de ne ku ger ev lêkolîne bikeve warê pratîkê dê pirsgirêkên mezin di navendên cuda û bi taybet yên zanistî û olî de pêk bîne. Avestakurd/D.M
Top