• Sunday, 05 May 2024
logo

Zarokekê 10 salî ji ber pirsek ji xêndingehê hat derkirin

Zarokekê 10 salî ji ber pirsek ji xêndingehê hat derkirin
Zarokekê 10 salî yê bi nejad Misrî li xwêndingeheka bajarê Kuwêtê ji ber pirsekê ku ji mamostayê xwe yê binavê Feysel kir biryara derxistina wî ji tevaya xwêndingehên giştî li Kuwêtê hat dan.

Rojnama reî ya Kuwêtî ragehan di nava xêndingehê de zarokekê 10 salî ku xwêndekarê pola pênçê seretayî ye pirs ji mamostayê xwe kir û got: mamosta çima li welatê me jî çi şoreş serhilnadin.

Ji ber wê pirsê rêveberiya xwêndingehê biryarda ku edî ew zarok bê fesilkirin û derxistin, dema bavê wî zarokî bizavkirî ku zarok neyê derxistin rêveberiya xwêndingehê jêre xuyakir ku zarokê wî paldana peydakirina şoreşekê li welat dide.

Konsilgeriya Misrê bizavkir ku ev zaroke vegere xwêndinê lê ji ber ku wezareta perwerdeya Kuwêtê jî heman biryar daye zarok nehat vegerandin.

Lê nûçeyên kuwêtê xuyakirin ku wezareta perwerdê ji piryara xwe peşêmanbû û zarok bo xwêndingehê hatvegerandin.
Top