• Friday, 19 April 2024
logo

"XWEDA" yê Hindistanê yê mîlyonêr mir

Gulan Media April 26, 2011 Corane
Kesê ku li Hindistanê xwe weke "Xweda" bi nav kiribû, Sasya Say Baba, mir. Mirina wî bû sedema gotûbêjekê.

Li seranserê dinyayê 50 mîlyon kesan baweriya xwe bi wî anîbûn, lê her wiha ew weke sextekarekî jî dihate binavkirin.

Piştî mirina wî eşkere bû ku 9 mîlyar dolarên wî hebûn.

Rojnameya brîtanî Telegraf nivîsand ku ew ji sextekar û şîzofrenekî wêdetir ne tiştekî din bû, lê belê bi mîlyonan kesan bawer kiribûn ku ew ji însanekî zêdetir nêzîkî xwedayekî ye.

Heta niha sedema mirina wî ne diyar e. Avestakurd
Top