• Friday, 29 March 2024
logo

Nûçeya lezgîn a herî dirêj di dîroka medyaya cîhanê de

Gulan Media April 13, 2011 Corane
Nûçeya lezgîn a herî dirêj di dîroka medyaya cîhanê de
Kanala Televiziyonî ya Sebe`i ya Yemenî nûçeyek lezgîn belav kir, belê ew nûpçeya han gelek dirêj bû û wek nûçeya lezgîn a herî dirîj di dîroka medyaya cîhanî de hat naskirin.

Çend jêderên nûçeyan weha dan xuyakirin, ku kanaleka Tv a Yemenî nûçeyek lezgîn belav kir, ku dirîjîya ewê nûçeyê 10 dêr (xet) bû û nîvê rûyê televiziyinê girtibû.

Ew nûçeya lezgîn di dîroka medyaya wêneyî ya cîhanî de wek nûçeya lezgîn a herî dirîj hat naskirin û ji ber ewê çendê dawxaz hat kirin, ku bi awayekê fermî ew nûçe wek nûçeya lezgîn a herî dirêj li cîhanê bihê tomarkirin û di nav pertûka Gines de bihê tomarkirin.

Hêjayî gotinê ye, ku nûçeyên lezgîn di pirranîya dezgehên ragihandinê de yek yan jî du dêr (xet) in û ew jî xalên herî giringê nûçeyê ne. PNA
Top