• Thursday, 25 April 2024
logo

Ev çêle xwe hesp dihesibîne!

Ev çêle xwe hesp dihesibîne!
Keça Elman Regine Mayer bi salan ji kirîna hesp hêvî ji malbata xwe kir. Di dawiyê de gihişt armanca xwe. Mayer nekarî malbata xwe ji bo kirîna hesp qane bike, vê carê xeyalên xwe bi hesp dixemilîne.

Keça ciwan a Elman a li ser sînorê Elmanya-Awusturyayê dijî, golika bi navê Luna a du sal berê hat dinê wek hespekî xwedî kir. Mayer fermandeyên wek “Raweste”, “Bimeş” û “Bibeze” nîşanî golik da û daxwaza xwe bi cî anî.

Golika ku xwe hesp dihesibîne dikare xwe li ser bilindahiya metreyek bilind re bavêje. Tenê kêmasiyek a wî heye; nikare li riyên dirêj baş bimeşe. Xwediya golikê dibêje; “Her çawa be jî ez jê hez dikin. Ew êdî hespê min e. pêwîstiya êdî bi hespekî nemaye.”
ANF
Top