• Friday, 29 March 2024
logo

Gera bi zimanê Kurdî di Google de dest pê dike

Gulan Media March 31, 2011 Corane
Gera bi zimanê Kurdî di Google de dest pê dike
Li Herêma Kurdistanê Fermangeha Teknolojiya Zanyarî diyar kir ku, di Google de xizmetgûzariya gera bi zimanê Kurdî dest pê dike.

Di daxwiyaniyekê de, Fermangeha Teknolojiya Zanyarî ya li Herêma Kurdistanê dibêje: “Weî pêngavekê destpêkê, bi hevahengiya navbera Fermangeha Teknolojiya Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompaniya Google, îro (31.03.2011) li Google xizmetgûzariya bi zimanê Kurdî (Tîpên Erebî) dest bi kar kir.”

Encama dest bi karkirina vê xizmetê, vedigere bo serdana kompanya Google ya sala borî bo Herêma Kurdistanê, hevkarî û hevahengiya Fermangeha Teknolojiya Zanyarî ya Hikûmeta Herêmê. Ev xizmet ji aliyê kompanya Google ve hatiye amadekirin.

Ev pêngava yekeme û gelek xizmetên din di pêvajoya amadekirin û ceribandinê de ne. Piştî ji bo karkirinê bi tevayî amade dibin, wê ew jî bikevin ber destê kesên ku xizmegûzariyên Google bikartînin.

Herwiha behsa wê yekê tê kirin ku kompanya Google di çarçove û hewldanên berdewam ên ji bo zêdekirina naveroka dijîtal a bi zimanê Kurdî û giringî dana zimanê Kurdî li ser înternetê de ye.
Ji bo pêşxistina xizmetên bi zimanê Kurdî û bikaranîna xizmetên gera di Google de bi zimanê Kurdî, Fermangeha Teknolojiya Zanyarî li gel kompaniyên mezin di karkirinê de ye.

Ji bo dîtina zimanê Kurdî serdana www.google.iq bikin û piştre Kurdî tik bikin.

Rûdaw
Top