• Thursday, 28 March 2024
logo

Di valentaynê de bo cara 13 ê sex tevî serok wezîran kir

Gulan Media March 18, 2011 Corane
Di valentaynê de bo cara 13 ê sex tevî serok wezîran kir
Ruby, ku navê wê yê rastîn Karima El Mahroug e û ji Maroko ye, beramberî pereyan laşê xwe difroşe.

Eev keç Bûye belaya serê serokwezîrê Italya Silvio Berlusconi, wê li serokwezîr gilî kirye. Niha jî dozgeriya Milano li dijî Silvio Berlusconi doz vekiriye û ewê roja 6 nîsanê derkeve pêşberî dadgehê, Her wiha kesên ku di navbera wan de bûne navbênkar jî wê werin cezakirin.

Ruby dibêje dema ku temenê wê kêmî 18 salan bû, ew derbasî mala Berlusconi bû. Li gora îfadeya wê ji bo dozger, Berlusconi 13 caran beramberî pereyan sex bi wê re kiriye.

Li gor gotina Ruby, Dema wê bi Berlusconi re sex kiribû, temenê wê 16 sal bûn, û
33 ê jinên din di mala serokwezîr de hebûn.

Ruby eşkera jî kir ku roja evîndaran valentayn (14.02.2010) ew li mala Berlusconi bû û seks kirine.
avestakurd
Top