• Friday, 05 July 2024
logo

Sermaya Mubarek 40 heta 70 milyar dolar e

Gulan Media February 8, 2011 Corane
Sermaya Mubarek 40 heta 70 milyar dolar e
Rojnameya Guardian a Brîtanî li ser şirovekirina pisporan, sermayeya Serokê Misir Husnî Mubarek û malbata wî eşkere kir ku 40 heta 70 milyar dolar hatiye texmînkirin.

Rojnameya Guardian tekez dike ku ew sermayeya han di navbera bankeyên Swîsre û Brîtanya li aliyekî û ji aliyê din ve li Brîtanya, Amerîka û Misir di hilberîna bînasazî de tê bikaranîn.

Li gor rojnameyê; ‘’Husnî Mubarek ji dema ku ev 30 sal e serokkomar e û berpirsê bilind ê serbazî bû, kariye bi milyonan dolar ji bondên hilberînê bidest bixe, ku piraniya wan di hesabên nehênî yên bankeyên UBS Swîsre, Skotland û Brîtanya de tên parastin. Hinekên din jî di hilberîna otêl û bînasazî de hatiye bikaranîn.’’

Li gor raporta heman rojnameyê; ‘’Li ser hemû kompanyayên mezin hatiye ferzkirin ji sedî 50ê fêdeya xwe bidin yekî ji malbata Mubarek, loma kariye vê sermaya han kom bike.’’

Guardian, li gor agahiyan sermaya malbata Mubarek wiha xemilandiye: ‘’Sermaya Mubarekê bav 15 milyar dolar, Mubarekê kur 17 milyar dolar, Sozan a hevsera wî 5.3 milyar dolar û sermaya kurê wî yê biçûk Ela jî 8 milyar dolar.’’ (Rojnama Rûdaw)
Top