• Friday, 05 July 2024
logo

Homoseksuelekî Kurd li Skotlanda mafê penaberiyê werdigre

Gulan Media January 22, 2011 Corane
Homoseksuelekî Kurd li Skotlanda mafê penaberiyê werdigre
Homoseksuelekî Kurdê Sûriyê bi navê J. Yaqûb piştî ku ji dadgeha Skotlandî re îspat kir ku ger dersînorî Sûriyê bê kirin, jiyana wî dikeve jêr metirsiyê, mafê penaberiyê wergirt.

Li gor raporeke rojnameya Scotsman a Skotlandî, ev 3 sal in doza J. Yaqûb (21) li dadgehê ye û berî çend rojan dadgeheke bajarê Aberdeen ê Skotlanda doza Yaqûb qebûl kir û mafê penaberiyê dayê.

Di berdewamiya raporê de derbas dibe ku Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê nameyek şandiye ji berpirsên Skotlandî re û tê de piştgiriya J. Yaqûb kirine ku tevî çalakiyeke wan bûye û ger bo Sûriyê bê dersînorkirin, jiyana wî dikeve bin xeterê.

Navbirî di sala 2005’an de ji Sûriyê reviya, piştî ku di girtîgehê de rastî lêdan û îşkenceyê tê û dema rayedarên zindanê nas kirine ku Yaqûb hemcins e hê bêtir lêdane û ew îşkence kirine. Rojnama Rûdaw
Top