• Friday, 05 July 2024
logo

Keça xwe a 4 salî di ber dengê Quranê re kuşt

Gulan Media December 18, 2010 Corane
Keça xwe a 4 salî di ber dengê Quranê re kuşt
Birêtaniya Ỉro li ser nûçeya kuştinek kirêt veciniqî, ew jî piştî polisê Londinê ragehand ku wan jinek girt, keça xwe ya 4 salî di ber dengê Quranê re qet qet kiribû û endamên wê di şuqeya xwe ya li rojhelatê paytextê belavkiribûn.

Şayna Barotşî ya 35 salî di metbexê de roniştî û bi dengekê bilind Quran dixwend hat dîtin û li dora wê jî çend endamên keça wê (nesîbe) hebûn û li oda din jî dil û endamên din yên leşa zaroka 4 salî hat dîtin.

Rojnama Dîlî Mîl ji polîsan vegohast ku çêdibe Şaynayê keça xwe di rêresmek olî de kuştibe çûnkî dengê Quranî pir bilind ji MP3 a girêdayî bi amîra bilind kirina deng ve dihat .

Cîrana di bin şuqe ya Şaynayê de got: “di demijmêr 03:00 paş nîvro min xwerin dida zarokê xwe, û ji nişkave min dengê hawarek zor bi tirs bîst,…” û got ku Şayna û mêrê wê Nîgnî berî nêzîkî salekê hatine şuqeya di ser wan de, herweha got ku Şanya tu cara ji mal dernediket bê pêçe û ser çav girtin û her tim dengê şer û hawaran ji mala wan dihat.
Top