• Friday, 05 July 2024
logo

Li Herêma Kurdistanê 4555 mizgeft û 94 dêr hene

Gulan Media December 12, 2010 Corane
Li Herêma Kurdistanê 4555 mizgeft û 94 dêr hene
Wezareta Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê diyar kir ku li Herêma Kurdistanê 4555 mizgeft û 94 dêr hene.

Merîwan Nexşebendî Berdevkê Wezareta Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê diyar kir ku li Herêma Kurdistanê çêkirina mizgeftan berdewam e û bibîr xist ku îsal li Dihokê tenê bingehê avahiya dêrekê hatiye danîn û got: “çêkirina mizgeftan bi lez û bez berdewam e û piraniya mizgeftan ji aliyê karsazên xêrxwaz yên herêmê ve tên çêkirin, Ji ber vê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê îsal mizgeftan çênake” .

Nexşîbendî herwiha diyar kir ku heta niha 833 melayên mizgeftan ên fermî li Herêma Kurdistanê hene.
Top