Brîtanya: Zarok li dibistanên islamî hînî kîn û kuştinê dibin
Ev yek di encama lêkolîna programê Panorama yê BBC de, derket holê . Li gor lêkolînê, bihtirî 5 hezar zarok di navbera 6 û 18 salî de, diçin van dibistanên islamî yên bi navê` Saudi Students Clubs and Schools in the UK and Ireland`
Di yek ji pirtûkên hînkirinê de, tête şîrovekirin bi çi şêweyê divê dest û lingê dizan bên jêkirin: ` divê dest bi bilindbûna bazinê dest were jêkirin û piştre divê bête girêdan da ew kesê diz di bin pijîna xwînê de nemire.`.
Herweha zarok hîn dibin ku cizayê homoseksuelan kuştin e, şêweya herî baş recimkirina ta mirinê, şewitandin û lêxistina wan bi latekî ye.
Zarok hîn dibin ku cihû ` dixwazin bibin serdestên cîhanê`.
Lêkolînê diyar kir ku hikumeta Si`ûdî Erebistan xwediyê van dibistanan e. Balyozê Si`ûdî li Brîtanyayê dibêje ku îşê balyozê ji programê waneyan tune ye.
Wezîrê perwerdekirinê yê Brîtanya, Michael Gove, dibêje ku ew naxwaze destêwerdanê di sîstema perwerdeya Si`ûdî bike, lê nabe ku antîsîmîtîzm li dibistanên Berîtanî bête hîn kirin.
Ew dê bixebite da dezgeha çavdêriya dibistanan karibe di pêşerojê de van cûreyên dibistanan kontrol bike. (avesta kurd)