• Thursday, 25 April 2024
logo

Darezandina ''Viyan Kurdistan''

Gulan Media November 7, 2010 Corane
Darezandina ''Viyan Kurdistan''
Li Navçeya Mîlasê ya Mûglayê, malbata Gulsum û Mehmet Çelîk navê "Viyan Kurdistan" li zaroka xwe kir. Piştî malbatê nav li Midûriyeta Mîlazê dan pejirandin, vê carê Dozgeriya Komarê ya Îzmirê derbarê malbata Vîyan Kurdistan ya di 1'ê çileya 2010'an de hatiye dinê bi hinceta "Ne li gorî urf û edeta ye" doz vekir.

Li Navçeya Mîlasê ya Mûglayê, malbata Mehmet û Gulsum Çelîk, navê "Viyan Kurdistan" li zaroka xwe ya di 1'ê çileyê 2010'an de hatiye dinê, kir. Malbata Çelîk, piştî hewldanên dûr û dirêj, ev nav li midûriyeta nifûsê dan pejirandin. Piştî ku navê Viyan Kurdistan hat qeydkirin Dozgeriya Mîlasê derbarê bav Mehmet Çelîk de bi hinceta "Propagandaya rêxistinê kiriye" lêpîrsîn da destpê kirin. Piştî, lêkolîna Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê ya li ser dosyayê, birayar neşopandinê hat dayîn. Lê li gel vê biryarê vê carê jî li gorî xala 16'emîn ya zagona nifusê ku dibêje, "Pêwîste nav li gorî urf û edetan bin" der heqê dayîk û bavê Viyan Kurdistanê de li 2'emîn Dadgeha Asileye Hiqûqê de doz hat vekirin. Piştî yekemîn danişînê, doz ji 2'yê sibata 2011'an hat taloqkirin.

Bav Çelîk, diyar kir ku, beriyê biryar girtine navê keça xwe bikin Viyan, lê pişt re jî ji ber hesreta xwe navê wê wekî "Viyan Kurdistan" diyar kirine. Çelîk wiha pêde çû: "Madem em di nava civakek azad de dijîn, wê demê pêwîste ev tişte baş bên hezm kirin." Çelîk, destnîşan kir ku piştî biryara bêşopandinê, bi hinceta "Li dijî urf û edetan hatine" doz hatiye vekirin û wiha got: "Ev tiştekî, ji xwe ye, ez ji di nava vê civakê de dijîm. Gelo ma ew me ji xwe nabînin. Ji ber wê wiha dikin. Dadgeh wê ji Saziya ziman sûcê me bipirse." ANF
Top