• Friday, 05 July 2024
logo

Padîşah ji nav 50.000 keçan ji xwe re jinekê hildibijêre

Gulan Media October 27, 2010 Corane
Padîşah ji nav 50.000 keçan ji xwe re jinekê hildibijêre
50.000 keç, dikevin pêşbirkê, her yek ji wan dixwaze bibe jina padîşahê Swaizland. Keça ku ji aliyê padîşah ve were hilbijartin, wê bibe jina 13’mîn.

Ji sala 1999 ev bûye adet, ji wê salê de padîşah Miswatî, di pêşbirkên wiha mezin de ji xwe re jinan hildibijêre.

Her keçeke din pêşbirkê de, xewna wê ewe ku bibe jina padîşah, ji nava wan 50.000 keçan padîşah, ji xwe re jina bi dilê xwe hildibijêre.

Keyîtîya Swaizland bi 17.363 km² rûerda xwe ji pê Gambiya re duyem welata herî biçûka parzemîna Efrîqayê ye. Welatên bi Swaziland re cîran Mozambîk li rojhelat û Efrîqaya Başûr li bakur û başûr in. Dirêjahîya sînorên Swazilandê 535 km ne û ji wan 105 km bi Mozambîk re, 430 km jî bi Efrîqaya Başûr re ne. avestakurd
Top