• Thursday, 18 April 2024
logo

Çiyahilkêşên kurd alaya Kurdistanê li serê çiyayê Agirî hildan

Gulan Media September 6, 2010 Corane
Çiyahilkêşên kurd alaya Kurdistanê li serê çiyayê Agirî hildan
Pênc çiyahilkêşên endamên Federasyona Çiyahilkêşên Kurdistanê çûn serê bilindtirîn çiyayê Kurdistanê ko çiyayê Agirî ye (li bakurê Kurdistan) û alaya Kurdistanê li serê wî çikandin. Serokê federasyonê Enwer Elî Mihemed dibêje: — Dema em gihiştin serê çiyayî alaya piraniya welatan li ser hebû, me jî alaya Kurdistanê li serê çiyayî çikand.

Federasyona Çiyahilkêşên Kurdistanê sala 2005-ê hat damezrandin û niha 150 endamên wê hene û 30 ji wan keç in. Heta niha li Kurdistanê çûne ser piraniya çiyayên Kurdistanê wek Helgurd, Sefîn, Biradost, Sekran û Korek, herwiha çûne ser çiyayê Demawend li Îranê û çalakiya herî dawî ya vê federasyonê serketina çiyayê Agirî bû ko 5865 metre ji rûyê erdê bilind e û ala Kurdistanê li ser Agirî bilind kirin.

Spora çiyahilkêşîyê – hilkişîna bi çiyayan ve – wek sporeke herî tendirust tê jimartin û salane li cîhanê jimareke zêde ya xelkê bi mebesta vê werzişê diçin ser çiyayên dijwar ên dinya yê. Çiyahilkêşî sporeke bêdeng e û mêr û jin ên di hemû temenekî de dikarin wê bikar bînin.

Bi baweriya serokê Federasyona Çiyahilkêşên Kurdistanê Enwer Elî Mihemed, spora herî baş bo mirov, çiyahilkêşî ye:

— Mirov ligel xwezayê dilîze, çi jê baştir heye mirov ligel xwezayê bilîze?

Grûpa federasyonê ko çû ser çiyayê Agirî ji pênc kesan pêk hatibû, sê mêr û du jin. Grûp di 18/5 2010-ê çû Tirkiyê da bi çiyayê Agirî ve bi hewakeve, ko li Tirkiyê (bakurê Kurdistanê) çiyayê herî bilind e û 5865 metre bilind e û dikeve rojhilatê Tirkiyê navbera sînorên Îran û Ermenistanê. Grûp roja 10/8 2010-ê vegeriya Hewlêrê.

Serokê Federasyonê Enwer Elî Mihemed amaje bi wê yekê da ko salane jimareke zêde ya çiyahilkêşan ji welatên cuda diçin ser bilindahiya Agirî û dema li wir bûn jî çend çiyahilkêşekî biyanî dîtine:

— Çend tîmên biyanî wek elmanî, frensî, emerîkî û spanî li wir bûn, dema me xwe bi wan da naskirin û me ji wan re got em kurd in, ecêbmayî man ko tîmeke me ya çiyahilkêşî heye.

Enwer bal kişand ser dijwarbûna çiyayê Agirî û got:

— Çiyayekî pir dijwar e, pileya germê li ser wî çiyayî 20 pile di bin sifrê de ye.

Lê Enwer da zanîn ko dijwariya çiya û nizmbûna pileya germê gelek pirsgirêk li pêşberî çiyahilkêşên kurd çêkiriye heta bighin serê çiya û wiha dirêjî bi axaftina xwe da:

— Elmanî û spanî bi plana çar rojî çûn ser çiya, lê em bi plana du rojî bi ser çiya ketin, lê em westiyabûn jî.

Tişta ko qet ji bîra Enwer naçe hildana alaya Kurdistanê li ser çiyayê Agirî bû:

— Li serê çiyayî tenê alaya Kurdistanê nebû, min alaya gelek welatan li wir dît, me jî alaya Kurdistanê li serê çiya hilda, dema min ala bi destê xwe hildida, ji kêf û xweşiyê çavên min tejî hêstir bûn, hindik mabû ez bigrîm.

Ji xeynî alaya Kurdistanê, heta axaftin û xwendin bi zimanê kurdî jî li Tirkiyê qedexe ye, lê Enwer û hevalên wî bi nehênî û bê hikûmeta Tirkiyê haydar be ew kar kirine. Navborî red dike ko mebesteke siyasî li pişt wî karî hebe û nerînên xwe wiha anîn ziman:

— Dema werzişvanek diçe serê çiya ala welatê xwe hildide, dema em jî gihan serê çiyayê Agirî me alaya Kurdistanê hilda. Bêguman ger hikûmeta Tirkiyê agahdar bibûya emê alaya Kurdistanê hilbidin, nedihêla em herin serê çiya.

Xewna hemû sporciyekê çiyahilkêş ew e ko bighe zîrveya çiyayê Himalaya ko çiyayê herî bilind ê cîhanê ye û bilindahiya wî zêdeyî 7 hezar metran e. Enwer eşkere kir, dibe ew ne di wê astê de bin ko bighin ser Himalaya, lê da xwiya kirin:

— Em hewl didin bighin wê astê, ji ber niha em di teknîka şeş hezar metrî de ne, em xebat dikin ji bo teknîka heft hezar metrî, bi vî awayî jî em dikarin bighin ser çiyayê Himalaya.
Jêder: Rûdaw
Top