• Friday, 29 March 2024
logo

NY: 800 hezar cotkarên bakûr rojhilata Sûrîyê koçber bûne

Gulan Media September 3, 2010 Corane
NY: 800 hezar cotkarên bakûr rojhilata Sûrîyê koçber bûne
Ev çend sal in baran li bakûr rojhilatê Sûrîyayê zor kêm bûne û pêlên hişkesaliyê jî kir ku pir zevî, li ew cihê serekî ji çandiniyê re bûr bimînin, û ev çende bû hokarê ku bi hezaran cotkar zeviyên xwe bihêlin û berê xwe bidin koçberiyê.
Li gor serjimara NY, hejmara ew kesên ku cihê xwe hêlane digihe 800 hezar kes an û Piranîya wan berê xwe dane Şamê û ew di bin konan de, li derdora Şamê dijîn.
Tê ragihandin ku programa navnetewî ya alîkarîkirina bo xwarinê ji par ve dest bi programa alîkariyê kiriye û sûde giheştiye 200 hezar kes an ji hersê parêzgehên rojhilata Sûriye (Heseka, Dêrazorê û Reqa) yê. Li gor NY hîn 110 hezar kes pêwîstî bi alîkariyê ne.
Top