• Saturday, 20 April 2024
logo

Kovara Newswêkê welatên herî baş yên cîhanê bijartin

Gulan Media August 17, 2010 Corane
Kovara Newswêkê welatên herî baş yên cîhanê bijartin
Kovar Newswêkê li gorî pîvanên perwerdehî, tenduristî, kalîteya jiyanê, dînamîzma aboriyê û rewşa siyasî welat nirxandin û lîsteya “Welatên herî baş” weşand û 100 welat rêz kirin.
Di lîsteya “Welatên herî baş de” Fînlandiya di rêza yekê de ye û Swîsra wê dişopîne. Rêza sêyê dîsa ji welatekî Skandînavyayê Swêd re ye. Di lîsteyê de Emerîka di rêza 11-ê, Îsraîl 22-ê û Tirkiye jî di rêza 52-yê de ye.
Di nava 10 welatên herî baş de 7 jê welatên ewropî ne. Avustralya, Kanada û Japonya di nava dehên pêşiyê de bi cih bûne. Di nava Ewropayê de yên herî baş jî welatên Skandinavyayê ne.
Newswêkê Fransa xiste rêza 16-ê, Yunanîstan 26-ê û Kuba û Rûsyayê jî li pêşiya Tirkiyeyê de cih girtine. Dewlemendên petrolê welatên ereban bi piranî di dawî de man. Di herî dawîyê de jî feqîrên Asya, Afrîka û Latîn Amerîkayê cih girtin. Misr di rêza 74-ê, Îran 79-ê, Sûriye 83-yê de cih girt. Etiyopya, Nîjerya û Burkina Faso di rêzên dawî de cih girtin. Iraq û Efxanistan di lîsteyê de cih negirtin.
Di 5 pîvanên ko hatine rêz kirinde Fînlandiya di perwerdehiyê de, Japonya di tenduristiyê de, Norveç di kaliteya jiyanê de, Singapur di dînamîzma aboriyê de, Swêd jî di rewşa siyasî de bûn yekemîn.
Tirkiye di tenduristiyê de rêza 42-ê, di perwerdehiyê de rêza 53-yê, di kaliteya jiyanê de rêza 58-ê, dînamîzma aboriyê de rêza 68-ê û rewşa siyasî de jî rêza 69-ê de cih girt.
Lîsteya hinek ji baştirîn welatên cîhanê wiha ye:
1. Fînlandiya
2. Swîsra
3. Swêd
4. Avustralya
5. Luksemburg
6. Norveç
7. Kanada
8. Holanda
9. Japonya
10. Danimarka
11. DYE
14. Brîtanya
22. Îsraîl
26. Yunanistan
37. Malezya
40. Kuwêt
50. Kuba
51. Rusya
52. Tirkiye
53. Urdun
74. Misr
79. Îran
81. Vietnam
83. Sûriye
89. Pakistan
94. Etiyopya
99. Nijerya
100. Burkina FassoJêder:Aknews
Top