• Thursday, 25 April 2024
logo

Li Wanê moreke 2700 salî

Gulan Media August 14, 2010 Corane
Li Wanê moreke 2700 salî
Di lêkolîna ku li aliyê bakûrê kela Wanê hatî kirin de moreke ku dîroka wê digehe 2700 salan hat dîtin. Endamên beşa arkolojî ya Fakulteya Fen Edebiyat ya Zanîngeha Stenbolê li aliyê bakûrê kela Wanê xebatên xwe yên lêkolandinê berdewamin.
Komeka ku ji 35 kesan pêktê xebatê dike. Di vê lêkolîna ku li cihên esilzadeyên ûrartûyî lê di jiyan tê kirin de moreka ku vedigere 2700 salan berê hat dîtin. Serokê komê endamê beşa arkolojî ya Fakulteya Fen Edebiyat a Zanîngeha Stenbolê Alîkarê Doç. Dr. Erkan Konyar got mora ku hatî dîtin ronahiyê dixe ser jiyana ûrartûyên ku li vir jiyan ne. Konyar wisa got:
-Yekem car cihê ku lêkolîn lê tê kirin ew cihe yê ku Ûrartû lê jiya ye, û Di yekemîn tiştên me dîtin de, yên li vir jiyane bi bazirganîyê re peywendîdar bûn û me çespand ko asta wan a sosyokonomî bilind bûye. Li vê derê ne tenê lêkolandina arkolojîk, wê xebatên antropolojîk, jofîzîk û cografîk jî bêne kirin.
Wana ku paytexta Ûrartûyan bû endamên Zanîngehên Stenbol û Marmarayê lêkolandinên arkolojîk lê dikin. Li 500 metrekareyî ya li aliyê bakûrê kela Wanê ev xebat berdewame. Di xebatê de mora ku vedigere 2700 sala berê ku esilzadeyên ûrartûyan di bazirganîyê de bi kar tanîn hate dîtin.
Li gor agahiyên bi dest xistine ev mor bi stûyê xwe ve dikirin û wisa bi xwe re digerandin. Li ser morê fîgurê ejdeha ku ji devê wî agir difûre dixuyê. Serokê koma lêkolandinê Konyar got ko li derveyî çolterê, li herêma Gola Wanê yekem car li ser bajarê Ûrartû lêkolîn tê kirin.
Konyar dibêje ko esilzadeyên ûrartûyî bi bazarê re peywendîdar bûne û ev yek lê zêde kir:
- Ji aliyê têkiliya bi paytextê, bi mîmariya wir, sosyoekonomiya wir ve û ji aliyê arkeolojiya Ûrartû re ev kolandin gelek girîng e. Tebeqeyeke ko ji sê hezar sal berê ve maye heye. Bi vê wê sosyoekonomiya Wanê, xuyên xwe têrkirin, xebatên ticaretê, bilind bûn an daketina asta ava Gola Wanê wê bêne dîtin. Enstîtuya Tiba Edlî ya Zanîngeha Stenbolê li ser antropolojî, zanyarên beşa erdnîgarî ya Fakulteya Fen Edebiyat ya Zanîngeha Stenbolê jî li qeraxê xebata xwe didomînin.Jêder: Osman Bekleyen, rojnameya tirkî Radikal Têbînî: Ji aliyê gelek dîrokzanan ve hatiye gotin ko Ûrartû kalên kurdan in û paytexa Ûrartû jî Wana niha ye.
Top