Hev pîra ku di wêneyê de dîyardik jîyê wê 72 sal in û dide zanîn ku ev zêdetirî 60 salane wê av venexwariye. Tevî vê yekê tendirustiya wê pir baş e û jineka çalak e. Ev jin ji gundê Cebel Muherem a ser bi parêzgeha Ebînê a Yemenê ye. Dibêje: “Wek tê bîra min, herî dawî min di temenê 12 saliyê de av vexwaribû.” Wê jinê diyar kir ku ew di şev û rojekê de tenê 4-5 berdax ça û qehwê vedixwe.