• Friday, 03 May 2024
logo

Sibehên destnimêjê

Sibehên destnimêjê
Vê sibehê, bajarên min bi rondikan destnimêj digirin û li ser sînga min nimêja te ya dawîn dikin Şêxê Şehîdan!. Navê te li ser eniya ronahiyê dinivîsînin û giyanê te jî bi kefenê rojê radipêçin. Destên te wek alên serkeftinê xatir ji çiyayan dixwazin, çavên te yên kesk di bagera azadiyê de diçurisin. Vê sibehê, 10´ê gulana 2005´ê, berê xwe dide zemawend û ahengên goristanên welatê min Şêxê mino!

Vê sibehê, nexşeyên xwîna te ji ber çavên min wenda nabin, li bin baskên te yên şkestî welatê tenhatiya xwe ava dikim, qonaxên te di çavên xwe de vedişêrim, xewnên te dişewitin, dilê min ronî dikin, destên xwe dipelînim, li çîrokan digerim, çîrokên kenê te, çîrokên çemên te, vê sibehê, li hêviya hilatina gavên te dimînim lê ne xwe, ne zaroktiya xwe û ne jî rêçên xwe dibînim.

Vê sibehê, min hinarkên te bi barana destên xwe dişûştin û min ji te re digot roj baş! Min stêrkên mirî ji ser lêvên te berhev dikirin, min gulava sirûdên xwe bi porê te dadikir, min darên tûyê yên dilê xwe bi sira bayê te şa dikirin, min kêrên bêrîkirinê bi dizî dihejmartin û min ji te re digot roj baş Amûda min!

Vê sibehê, di şevistana dilê min de tiliyên te hêjî vêketî ne. sûlavên xewna min bi gurmîna dengê te hişyar dibin. Çavên min hevalbendiya gavên te dikin, stiranên te di gewriya min de bi qasî welatekî asê dimînin.
Vê sibehê, hemî ewrên min berên xwe didin hinarkên te,
Tu bi bîna barana min dorpêç dibî.

Vê sibehê, ji min nepirse çima ji destê te yê ku li ba dibe ditirsim?
Ji min nepirsa çima her ku tu bêdeng dibî hespên qederê di xwîna min de dibezin?
Ji min nepirse çima tirên çavên te ji dilê min hez dikin?
Ji min nepirse bêyî te çawan ez dê bikaribim bimirim?
Ji min nepirse di zikê vê ronahiyê de li çi digerim û çi dikim?

Vê sibehê, toza şevê ji ser perdeyên giyanê xwe dadiweşînim, di xwîna min de gurîna bageran wenda dibe, di lêvên min de nave te yê ji beybûnê zuha dibe, di daristana laşe min de temenê te tar û mar dibe, nalînên te asoyên xewna min dişewitînin, vê sibehê sîbera min ji min dixeyde, bêrîkirina min jî min ji bîr dike.!

Vê sibehê, navên te yên qedexe ji tiliyên min diherikin, dixwazin evîna min û te di dergûşê de bikujin, dixwazin daristanên peyvê yên li ser zimanê min û te ro li nîv ro bidizin, dixwazin baskên te yên ku bi wan ber bi azadiyê ve difirim bişikînin, dixwazin şaneşînên dîroka te di çavên min de birûxînin, vê sibehê, bi şûran ketine ser sînga helbesta min, dixwazin xeyala min bitirsînin!


Doh, we Aydin kuştibû..
Îro, we Îbrahim kuşt..
Sibê, belkî hûn Rênas an jî Hesen bikujin..
Em ê rojekê darbestên wan bavêjin ser milên xwe û li ber dergehên we biqîrin û doza tolhildanê bikin.
Wê rojê, derfeta ku mirovatî gazinan ji me bike namîne!

Vê sibehê, min ala spî bilind kir, min xewnên xwe radestî dadmendiya qederê kirin û min ji te re got: de hemî yekîneyên xwe bi azadî derbasî giyanê min bike!
Tu nêz dibî ji te direvim..
Tu dûr dibî bi pey te dikevim..
Vê sibehê, gulistana westana xwe ji te re dikim mûzexaneya bendemanê.
Vê sibehê, destên te hêlanên ronahiyê ne.
Top