• Friday, 26 April 2024
logo

Kur û keçek ên evîndar xwe avêtin çem û xwe kuştin

Kur û keçek ên evîndar xwe avêtin çem û xwe kuştin
Kur û keçekê piştî ku malbatên wan rê nedan bizewicin, li gel hev xwe avêtin çem û xwe kuştin.

Li gor medya xwecihî ya Îranê li qezaya Mescid Suleyman ser bi parêzgeha Xuzistanê ya Îranê ve, kur û keçek ên bi navên Bêhzad û Zeyneb, destên xwe bi hev ve girê dan û xwe avêtine nav çemê Gudar.

Şahidhal dibêjin, her çiqas hewl dane wan ciwanan rizgar bikin jî nekarîne û paşê alîkarî ji tîmên hawarçûnê xwestine.

Di wê girtevîdeoya ku hatiye belavkirin de, tê dîtin tîmên hawarçûnê termên Bêhzadê 22 salî û Zeyneba 18 salî ji avê derdixin ku destên wan bi hev ve girêdayî ne û dengê hawara xelkê jî di vîdeoyê de tê bihîstin.

Huseyin Mewlayî, Berpirsê Heyva Sor a Îranê ji medya Îranê re ragihandiye, li gor gotina malbatên wan, berî bûyerê wan herdu ciwanan wasiyetname nivîsandine, lêbelê ew wesiyetname nehatiye dîtin.

Her li gor zanyariyan wan herdu ciwanan ji ber ku malbatên wan rê nedane jiyana hevjîniyê pêk bînin, xwe kuştine.

Rudaw
Top