• Wednesday, 08 May 2024
logo

Li Xurmatû zilamekî hevjîna xwe kuşt

Li Xurmatû zilamekî hevjîna xwe kuşt
Li bajarê Xurmatû zilamekî bi tivingê hevjîna xwe kuşt û reviya.

Berpirsê polîsê Xurmatû, Husên Elî ji BasNewsê re got, şeva borî li taxa Tîn ya Xurmatû, zilamekî bi tivingê hevjîna xwe ya 35 salî kuşt û reviya.

Wî efserê polîs da zanîn, hêzên polîs li wî digerin lê nayê zanîn çima hevjîna xwe kuştiye.

Bi gotina berpirsê polîsê Xurmatû, ew kesê ku hevjîna xwe kuştiye, di rastiyê de xelkê parêzgeha Diyale ya Iraqê ye lê ev çend sal in koçberî Xurmatû bûye.

Top