• Saturday, 18 May 2024
logo

Li Hewlêrê kesek hat kuştin!

Li Hewlêrê kesek hat kuştin!
Berdevkê fermî yê rêveberiya polîsê Hewlêrê ragehand, kesek li taxa Hewkarî ya Hewlêrê hatiye kuştin.

Berdevkê fermî yê rêveberiya polîsê Hewlêrê Hogir Ezîz ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şeva borî 02.03.2019ê demjimêr 20:45ê polis hate agahdar kirin ku bûyerekî kuştinê li taxa Hawkarî ya Hewlêrê pêkhatiye. Piştî geheştina tîmên polis bo cîhê bûyerê, aşkera bû ku Pêşmergeyekî ser bi hêzên piştevaniya du yê bi navê F.A.A. yê temen 43 salî hatiye kuştin.’’

Herwaha got: ‘’Termê wî ji peymangeha bijîşkî ya dadî re hate rakirin û lêkolîn li ser bûyerê destpê kiriye. Ji aliyê dadwer jî fermana girtina kujer hatiye dayîn.’’

Basnews
Top