• Wednesday, 03 July 2024
logo

Şaredarê berê yê AK Partiyê di êrişeke çekdarî de hat kuştin

Şaredarê berê yê AK Partiyê di êrişeke çekdarî de hat kuştin

Li bajarokê Tuncayê yê navçeya Ardeşenyê a Rîzeyê şaredarê berê yê AK Partiyê di êrişeke çekdarî de hat kuştin.

Li gorî zanyariyan, şaredarê berê yê bajarokê Tuncayê yê navçeya Ardeşenê ya Rîzeyê yê AK Partiyê Ahmet Nacî Aytemîz li kolanê rastî êrişeke çekdarî hat.

Aytemîz di êrişê de bi giranî birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê Aytemîz bir nexweşxaneyê lê tevî hewildanên bijîşkî wî canê xwe ji dest da.

Êrişkar piştî bûyerê reviya û hêzên ewlehiyê ji bo desteserkirina wî lêkolîn da destpêkirin.

Li aliyê din, di lêkolînan de diyar bû ku 5 gule bi laşê Ahmet Naci Aytemîz ketine.

 

Rudaw

Top