Kujerê keça kurd a êzdî hat girtin!
![Kujerê keça kurd a êzdî hat girtin!](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/1a813c6b9c9b568c73290ef8a6bcaf3d_L.jpg )
Berdevkê polîsê Duhokê Hêmin Silêman ji K24ê re ragehand, ew kurê ku xwest dema hewl bide bi qaçaxê bête herêma Kurdistanê hate girtin.
Wî kurê roja 13.03.2016ê li bajarê Hanover ê Almanyayê keçmama xwe ya bi navê Şîlan a temenê wê 22 salî ji ber red kir li gel wê jiyana hevbeş û hevjînî pêkbîne ango bizewice di ahengekê de kuşt.
Herwaha ew kese li Almanyayê revî û nehate girtin. Piştre bavê Şîlan li dadgehekî Bexdayê doz li ser wî birazayê xwe vekir û li ser wê dozê, roja înê ya borî ew kese dema ku hewl da bi qaçaxî bête herêma Kurdistanê hate girtin.
Basnews