• Thursday, 28 November 2024
logo

Amed... Jina kebabfiroş: Jin dikarin her karî bikin

Amed... Jina kebabfiroş: Jin dikarin her karî bikin
Li bajarê Amedê jinekê dest bi kebabfiroşiyê kir. Jina 41 salî li ser tableyekê ji goştê pez û ji goştê mirişkan kebab çê dike û li kolanên Amedê difiroşe welatiyan.

Dayika dû zarokan a bi navê Hediye Baran, ji ber şerê ku li navçeya Sûra Amedê beriya dû salan ji cih û warê xwe koçber bûbû dest bi çêkirina kebaban kir. Malbata Baran li taxa Gazîler bi cih bû. Lê jiyana wan ji ber bêkariyê ketibû rewşeke dijwar. Ji ber wê yekê Hediye Baran ji bo debara zarokên xwe li ber mala xwe dest bi firotina çêkirin û firotina kebaban kir. Li kolanên Amedê li ser seyareyekê tablê goşt dipişîrîne û difroşe welatiyan. Hediye Barzan ev nêzî mehekê ye vî karî dike û dikandarû esnafên derdoê jî êdî wê nas dikin û navê wê danîne xwîşk û piştgiriya wê dikin. Hediya Baran li ser vî kar û barî ku zêdetir mêr pê re mijûl in dibêje jin jî dikarin karê kebabfiroşiyê bikin û wiha pê de diçe: ‘Jinbûyîn ne astengiye li pêşiya vî karî. Divê her jin bi xwe bawer bin û dest bi karekî bikin, li malê rûniştin, yan jî tenê bi neqş çêkirinê alikariya aboriya malê nakin, divê di nav civakê de bibin û alikariya zilamên xwe bikin.



‘Ciranên min hemû ji min razîne’

Jina Kebabfiroş ji BasNewsê re diyar dike, ev ji mêj ve di xeyala wê de cihêkî wê hebe ku karê xwe bike û dibêje kêmderfetiyê rê neda ku ev xeyala wê pêk bê. Baran axaftina xwe wiha didomîne: ‘Dema me mala xwe ji navçeya Sûrê bar kir û em hatin taxakê din şert û mercên jiyanê dijwartir bûn. Xaniyê me kirê ye, dû zarokên min hene û tenê zilamê min dişûxûle. Min dît ku em nikarin xwe xwedî bikin û min got divê ez jî tiştekî bikim. Ji ber wê yekê min biryar da ku ez karekî bikim. Li taxa me kebabfiroş nebû.Tenê di restorantan de kebab hebûn. Lêbelê bi awayekî din ya kebabfiroşekî ku li kuçe kolanan vî karî bike nebû. Min jî biryar da ku dest bi vî karî bikim. Ev meheke ez kebab çêdikim û difiroşim. Ciranên min hemû ji min razîne. Ez li ser sîparîşan dişûxulim. Şikûr ku niha dikarim alîkariya mala xwe bikin. Dû zarokên min hene, pêwistiyên wan dabîn dikim.’

‘Divê jin bi xwe bawer bin’

Hediye Baran radihîne bi vî awayî barê zilamê wê siviktir bûye û dibêje: ‘Barê zilamê min jî sivik bû.Ez pêşniyaz dikim ku jin bi xwe bawer bin, li mal rûnenin, bila ew jî li karekî bigerin û bişûxûlin. Ev kar karê min ê yekem e. Niha xeyalên min hene ku karê xwe mezintir bikim û alikariya jinên ku rastî tundiyê tên bikim. Ciyekî mezin vekim û ew jinên ku rastî tundî tên bigirim gel xwe û pêkve bişûxûlin û xwedî li hevdû derkevin. Kebabçêkirin ne tenê karê zilaman e. Vaye niha min îspat kir. Niha ser tableyê çê dikim, lê ji xwe bawer dikim ku rojekî ez ê bibim kebabçiyeke meşhûr û herkes wê behsa kebabên min bike. Wê li bajarên din û welatên din jî bên û kebaba ku ez çê dikim bixwin.’

Basnews
Top