• Wednesday, 03 July 2024
logo

Li Amedê di navbera du malbetan de pevçûn çê bû

Gulan Media February 1, 2018 Civakî
Li Amedê di navbera du malbetan de pevçûn çê bû
Pevçûn ji ber kêşeya erd û zemînan çê bûye.

Li Amedê ji ber nakokiyên erd, di navbera sê malbatan de şer derket, di pevçûnê de 4 kesan jiyana xwe winda kir, 11 kes jî birîndar bûn.

Di pevçûna li navçeya Egil ya Amedê de 4 kesan jiyana xwe winda kir, 11 kes jî birîndar bûn.Li gor agahiyên berdest de li gundê Oyaliyê, di navbera sê malbatan de bi sedema erd nîqaş derket.

Pevçûna bi çekan, bû desema mirina 4 kesan. Di bûyerê de 11 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin beşa lezgîn ya Nexweşxaneya Egil û Dicleyê. Derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.
Top