Duhok…Keçek 20 salî du heftiye winda ye!
Berpirsê peyvendî û ragehandinê li rêveberiya polîsên parêzgeha Duhokê Hêmin Silêman ji BasNewsê re ragehand: ‘’Piştî keçek ji mal derket roja 23.11.2017ê kes û karên wê li binkeyê polîsên Nehêlan a Gunehbariyan a devera Dumîzê doz vekirine û gilî kirine û dosyayek bo pêdeçûn û dîtina çarenivîsa wê keçê hate vekirin. Lê hîn ew keç nevegeriyaye mal û winda ye.’’
Herwaha got: ‘’Li gor zanyariyên heyî ew keç bixwe ji mal derketiye û heta îro 07.12.2017ê lêkolîn li ser windabûna berdewam dike.’’
Basnews