• Sunday, 05 May 2024
logo

Serok Barzanî bo Worldviwe: sinûrên kevin yên Rojhilata Navîn tenê li ser kaxezan mane û li ser erdê rastiyeke din heye

Gulan Media March 14, 2016 Raport
Serok Barzanî bo Worldviwe: sinûrên kevin yên Rojhilata Navîn tenê li ser kaxezan mane û li ser erdê rastiyeke din heye

Ferhad Mihemed
Di hejmara îro a rojnameya Worldviwe de dîmaneyeke serok Barzanî hatiye belavkirin, têde serok Barzanî nameyek zelal arasteyî hemû serkirdên cîhanê dike û ji wan re radigehîne ku sinûrên kevin yên Rojhilata Navîn tenê li ser kaxezan mane û li ser erdê rastiyeke din heye û gereke ew rastiye berçav were girtin, rojnameya navborî rijidbûna serok Barzanî li ser ragihandina dewleta Kurdistanê dixerû, ev beşeke ji wê raportê ku rojnamevan Trudy Rubin bi vê navûnîşanê di hejmara îro a Worldviwe de belavkiriye. www.philly.com

Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê nameyeke zelal arasteyî serkirdên cîhanê dike

((tevî tevheviya Rojhilata Navîn xelafeta îslamî a DAIŞ di rûbereke fereh a Sûriya û Îraqê de heye, niha demeke baş e ku cardin çavxuşîn li sinûrên navçeyê were kirin, lê ne wek 100 salan berî niha dema Berîtaniya û Ferensa ev navçeye perçekirin û pirs bi tu kesî nekirin, gereke vê carê serkirdên Rojhilata Navîn beşek bin ji vê pirojeyê))

Omêda Barzanî ji cardin daraştina Rojhilata Navîn, ew e ku dewleta Kurdistanê were damezrandin, ew dixwaze îsal rêfrandomeke ne mulzem were encamdan daku vîna xelkê Kurdistanê derbarê serbixweyiyê bizane. dema Barzanî ji me re diaxfî û tekez li ser wê yekê dike ku sinûrên kevin yên Rojhilata Navîn tenê li ser kaxezan mane û niha li ser erdê rastiyeke din heye, ew rewşa îraqê ya ku tê dîtine, dema rejîma Sedam Husên hilweşiya , şerê mezhebî di navbera Şîe û Sune de serîhilda, li Sûriya jî rejîma wê pir hovane û ji aliyekî ve li ser bingehê mezhebî bersiva xwepêşandanên aştiyane yê welatê xwe da. Her ev fitna mezhebî rê ji bo DAIŞê xweşkir ku li navçeyên sunî yên herdu eniyên Sûriya û Îraqê bingehên xwe damezrîne, li ew navçeyên ku sune û şîe di nav hev de ne jî û nikarîn wan ji hev cuda bikin, kuştin û kuştar berdewame, lewra pêwîste ji hev werin cuda kirin, lê ev cudakirine gereke di çarçovê herêmeke federal a nû de be, yan cudabûneke fermî be û gereke ev rastiya nû li ber çav were wergirtin.

Dewleta serbixwe ji bo kurdan, piştî rêkeftina Lozanê li sala 1923ê omêd û xewna wan bû, ev rêkeftine di navbera hevpeymanên şerê yekem yê cîhanê û Turkiye a paş Osmaniya de hate îmzekirin, li gor dokyomentên berî wê, soz dabûn kurdan ku dewleteke serbixwe ji wan re were damezrandin. Kurdan piştî sala 1991ê ku Emerîka navçeya dijî firînê ji wan re damezrand, heta astekî bilind xwe bi xwe birêvebirin, tevî dorpêça aborî û kêşeyên navxweyî, Herêma Kurdistanê perçeyê herî aram yê Îraqê bû û rolekî mezin jî di şikandin û paş ve dana DAIŞê de lîstiye û wan pêşwaziya bi dehan hezar koçberên kiristiyan û êzîdî jî kirine.
Barzanî tekez jî kiriye ku ew dewleta serbixwe a ku li Kurdistana Îraqê were damezrandin wê bibe dûrgeheke aram li Rojhilata Navîn.

Top