• Sunday, 05 May 2024
logo

Boçûna Serok Barzanî sebaret cyopolîtîka nû a Rojhilata Navîn li kongra Myonêx

Gulan Media February 21, 2016 Raport
Boçûna Serok Barzanî sebaret cyopolîtîka nû a Rojhilata Navîn li kongra Myonêx
Roja Yekşemê rêkeftî 14/2/2016ê serok Barzanî li demjmêr 11:30 - 12:45 bi dema Elmaniya, 1:30 - 2:45 bi dema Kurdistanê di penêlekê de derbarê cyopolîtîka nû a Rojhilata Navîn beşdar dibe, destpêkê sînator Con Mekîn 15 xola li ser cyopolîtîka Rojhilata Navîn diaxife, paşê bo mawê 75 xolan ji aliyê beşdaran ve li ser tê axaftin ku pêktên ji:

1- Şêx Muhemed kurê Ebdulrehman wezîrê derve yê Qeterê.
2- Ebduletîf kurê Reşîd Elzehyanî sekreterê giştî yê Civata Harîkariya Welatên Kendavê.
3- Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê.
4- Norbert Rotkin serokê komîta pêwendiyên derve yê Perlemana Elmaniya.
5- Con Mekîn sînator û serokê komîta bergiriyê li civata Sînata Emerîka.
6- Muşî Alon wezîrê bergiriya Îsraîlê.

Paş temambûna vê penêlê Muşî Alon bo mawê 15 xolan li ser heman pirsê diaxfe, piştre Walfang Şinayger serokê kongra Myonêx boçûnên xwe li ser vê tewerê tîne ziman.

* Ev penêle ji aliyê xaton Lîs Dusêt seroka beşê siyaseta nêvdewletî li BBC tê birêvebirin.
Top