Hewlêr – Keçikek 15 salî xwe xeniqand
![Hewlêr – Keçikek 15 salî xwe xeniqand](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/7e0e60700c0a72a6885f2ac7742afa16_L.jpg )
Polîsê Hewlêrê ragihand, şeva borî keça bi navê Ş. I. (15 salî) bi poşiya serê xwe, xwe xeniqandiye.
Li gorî agahiyên polîs, wê keçkê namyek jî li dû xwe hîştiye û tê de gotiye, “bêhna min pir teng bûye ji ber wê jî ez êdî naxwazim bijîm”…
Di daxuyaniya polîs de hatiye gotin ku wê keçkê “teqlîda rêzefîlman” kiriye û xwe xeniqandiye.
Li Kurdistana Başûr, di heyama çend salên borî de çanda temaşekirina rêzefîlman biyanî bi taybet rêzefîlmên tirkî pir zêde belav bûye.
Basnews