• Sunday, 05 May 2024
logo

Serok Barzanî çend biryar di derbarê çaksaziyên nava hukumetê de ragihand

Gulan Media February 13, 2016 Raport
Serok Barzanî çend biryar di derbarê çaksaziyên nava hukumetê de ragihand
Biryar
Palpişt bi yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê a jimare (1) a sala 2005ê hemwarkirî, û bi mebesta zêdetir rêxistina karûbarê Hukumeta Herêma Kurdistanê û encamdana çaksazî û çareserkirina kêmûkasiyên di nava dezgehên hukumeta herêmê de, me biryar da bi:

1- encamdana çaksazî û rêxistinê di ev warên jêrî de:

A- pêdaçûn li heykelê kargêrî yê Hukumeta Herêma Kurdistanê û rêxistina wê li ser bingehekî guncayî û li gor pêwîstiya hukumetê.
B- pêdaçûn li heykelê diravî yê hukumeta herêmê û rêxistina yekeyên jmêryarî di hemû dezgehên hukumet û wezaretan de li ser bingeheke guncayî.
C- pêdaçûn li hemû mîlakê hukumeta herêmê bi mebesta rêxistina mîlaka û karkirin ji bo damezrandina civata raje.
D- pêdaçûn li mîlaka Hêza Pêşmergeyê Herêma Kurdistanê û yeke û dezgehên pêşmerge û rêxistina mîlak û heykelê serbazî a Hêza pêşmerge û rêxistina wan.
H- pêdaçûn li hemû zeviyên çandinê û geştûgozarî û rêxistina wan û ladana her zêdegaviyek li ser mulkê giştî.
W- pêdaçûn li hemû mulkên hukumetê ku bi şêwê girêbest yan girêbestê banewanî yan li ser binemayê weberhênanê dane welatiyan û rêxistina mulk û zevî û balexane û hemû kirêyên hukumetê bi berçavgirtina rewşa abûrî.
Z- pêdaçûn li xerciyên dezgehan û nehîştina xerciyên zêde.
G- pêdaçûn û rêxistina dahata herêmê.
Y - Pêdaçûn li sîstema weberhênanê li herêmê.

2- ew kompaniyên ku bişêweyekî yasayî di erk û çalakiyên xwe de serketine li gor mîkanîzmeke guncayî daxwaz ji wan were kirin ku ji bo derbazbûn ji kirêza diravî û yarmetîdana rewşa abûriya herêmê beşekê ji qezencên xwe pêşkêşî gencîneya hukumetê bikin.

3- ew kes û kompaniyên ku bi şêweyekê ne yasayî dewlemend bûne û gendelbûn pêwîste pêrabûn li hemberî wan were kirin û li gor mîkanîzmekê û bi şêweyekî dadperwerane mifa û dahata wan bikeve gencîneya hukumeta herêmê.

4- ji bo cêbecêkirin û pêdaçûn li vê biryarê bi fermana herêmî komîteyek wê were pêkanîn ku wê karên xwe li gor mîkanîzmên guncayî encam bide û encamên karê xwe ji bo serokê herêma Kurdistanê bilindbike.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
10/2/2016
Top