• Monday, 01 July 2024
logo

Mazlûm Kobanî: Serkeftina li Baxozê gava yekemîn bû

Gulan Media March 24, 2021 Nûçe
Mazlûm Kobanî: Serkeftina li Baxozê gava yekemîn bû
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî salvegera rizgarkirina bajarê Baxozê bi bîr anî got: “Serkeftina li Baxozê gava yekemîn bû.”

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî bi boneya salvegera duyemîn a rizgarkirina Baxozê ku baregeha dawîn a çekdarên DAIŞê li Sûriyê bû û bi rizgarkirina wî bajarokî DAIŞê ji aliyê cografîk ve hat jinavbirin, li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyaniyek da.

Mazlûm Kobanî di peyama xwe de diyar kir ku ew serkevtina şervanên HSDê û Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê li herêma Baxozê bibîr tîne û rizgarkirina wî bajarokê wek serkevtinê wek gava yekemîn dibîne.

Di peyama xwe de Fermanderê Giştî yê HSDê wiha dibêje: “Em lehengiya HSD û Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê ku 2 sal berê li Baxozê li dijî DAIŞê şer kir, bi bîr tînin. Lê şer neqediyaye, xebatên jinûveavakirinê ji bo pêşîgirtina li vejîna DAIŞê girîng e. Serkeftin gava yekemîn bû, paşê jinûveavakirina civaka me, zêdekirina piştgiriya navneteweyî ji bo Rojava ye.”

Rudaw
Top