• Monday, 01 July 2024
logo

Neslînebî: Pêwîstiya YEyê bi Tirkiyê heye

Gulan Media March 23, 2021 Nûçe
Neslînebî: Pêwîstiya YEyê bi Tirkiyê heye
Pisporê Peywendiyên Navdewletî Seyfeddîn Neslînebî dibêje ku "ji ber penaberan, pêwîstiya Yekîtîya Ewropayê (YE) bi Tirkiyê heye û ji ber vê yekê jî ez nebawerin li ser Tirkiyê biryara sizayên ciddî werbigre."

Seyfeddîn Neslînebî beşdarî bultena Rûdawê bû û têkiliyên di navbera Tirkiyê û Yekîtîya Ewropayê nirxand.

Neslînebî diyarkir ku di 20 salên dawî de peywendiyên di navbera Tirkiyê û yekîtiya Ewropayê di asta herî xerba daye û heta peymana Eneqerê ya di navbera Tirkiyê û YE di rê de be, dê Yekîtîya Ewropayê li ser Tirkiyê dorpêçên aborî, turîzm û enerjiyê dikin hedef nesepîne.

Neslînebî got “Pirsgirêka penaberan destê YEyê girêdide. Ji ber vê yekê YE yê li hemberî Tirkiyê neçar e û ez bawerim ji ber vê yekê dê li ser Tirkiyê i dorpêçek nesepîne.

Di derbarê helwesta YEyê ya operasyonên Tirkiyê ku li dijî Rojava dimeşîne Neslînebî dibêje “ Ji bo ku YEyê operasyonên Tirkiyê yê derveyî sînor asteng bike dê gelek hewl bide lê di aliyê guvaştinan de detê wê lawaz e.”

Herwiha Seyfeddîn Neslînebî ragihand ku eger dengeya Rûsya û Çînê liber çavan bê girtin YE naxwaze Tirkiye biçe aliyê Rûsya û Çînê.

Neslînebî da zanîn ku endamtiya Tirkiyê ya NATOyê avantajeke mezin dide Tikriyê.

Herwiha li aliyê din di Lûtkeya Yekîtiya Ewropayê ya di 25 Adarê de dê dorpêçên li ser Tirkiyê bê rojevê.

Yekîtiya Ewropa yê raportek derbarê cezayan ser Tirkiyê amade kiriye.

Yekîtiya Ewropa xwe amade dike cezayan li ser Tirkiyê bisepîne, eger ew careke din li deryaya Spî operasyonan ji bo lêgerîna xazê pêkbîne.

Di heman demde, divê Ewropa pereyan ji bo Tikriyê pêşkêş bike da ku Tirkiyê rê li pêşiya koçberan bigre ku ji Tirkiyê berê xwe didin Yunanê û piştre diçin Ewropayê.

Wezareta karû barên derve ya Yekîtiya Ewropa yê raportek stratecîk ji 16 rûpelan amadekiriye , derbarê cezayan li ser Tirkiyê.

Yek ji wan cezayan armanckirina sektorên ku bandorê li ser aboriya Tirkiyê dikin wek: “Qedexekirina xizmetguzariyên geştûguzariyê ji bo Tirkiyê. Qedexekirina hinardekirin û hawirdekirina kelûpel û teknelojiya peywendî bi enerjiyê heye Danîna cezayan ser bazirgan û berpirsên Trikiyê yên ku destê wan di operasyonên xazê de heye li Yûnanê. Qedexekirina hevahengiya aborî dinavbera Tirkiyê û Yekîtiya Ewropa yê de, wek qedexekirina dana pereyan bi deyn ji aliyê Banka Ewropî ve ji bo Tikriyê.”

Ji aliyekê din ve Komisyona Ewropî ya ku hevbeşe di vê raportê de, dê bi berdewamî alîkariyan ji bo penaber û xelkên Tirkiyê pêşkêşbike, ji bilî 6 milyar Ewro yên ku di çend salên derbasbûyî de hatibûn pêşkêşkirin.

Li gor raportê sala borî tenê 25 kesî deryaya Îce derbaskirin ber bi Yunanê ve çûn, ku berî rêkeftina dinavbera Ewropa û Tirkiyê de derbarê koçberan , bi hezaran kesan berê xwe didan Ewropa yê ji Trikiyê.

Raportê herwiha behsa pêşxistina Yekîtiya Gumrikê di navbera Tirkiyê û Ewropa yê de kir, eger peywendiya wan baş bimîne.

Ewropa dê alîkariya Tirkiyê bike ji bo dana vîzeya Ewropî ji bo welatiyên Tirkiyê.

Lê li hemberî van gavan li gor Ewropa yê divê Tirkiyê gavên ciddî bavêje û xalên Ewropa hişyarî li ser dane yek alî bike.

Yek ji wan gavan vekşandina Tirkiyê ji hemû giravên Yunanê ye.

Rudaw
Top