• Monday, 01 July 2024
logo

Brîtaniya 120 hezar Pêşmerge û leşkerên Iraqê perwerde kirine

Gulan Media March 23, 2021 Nûçe
Brîtaniya 120 hezar Pêşmerge û leşkerên Iraqê perwerde kirine
Brîtanya aşkere dike, heta niha wan zêdetir ji 120 hezar Pêşmerge û leşkerên Iraqî rahênan kirine.

Wezareta Berevaniyê ya Brîtanyayê di raporteke xwe de aşkere kir, ji destpêka şerê li dijî DAIŞê de, wan zêdetir ji 120 hezar Pêşmerge û leşkerên artêşa Iraqê rahênan kirine.

Di raportê de hatiye diyar kirin, Brîtanya wek endameke aktîv ya Hevpeymaniya Navdewletî, roleke mezin di peydakirina zanyariyên nehênî, çavdêrî û aramnckirina pêgehên DAIŞê li Iraq û Sûriyê de hebû.

ji alîyek din ve û girêdayî bi perwerde û rahînana hêzên artêşa Iraqê, NATO ragihandiye, erkê wan li Iraqê tenê rahênankirin û ne şerkirin e.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg berî destpêkirina kombûna wezîrên derve yên NATO, rola wê rêxistinê li Iraqê aşkere û got: "Li Iraqê heman rola ku li Afganistanê girtine dê bikin ku ew jî rahênan û perwerdekirina hêzên ewlehiyê yên wî welatî ye."

Her wiha got, ew dixwazin karîna hêzên Iraqê baştir bikin, da ku rê li pêşiya vegera DAIŞê li wî welatî were girtin.

K24
Top