• Monday, 01 July 2024
logo

Li wîlayeta Colorado ya Amerîkayê êriş

Gulan Media March 23, 2021 Nûçe
Li wîlayeta Colorado ya Amerîkayê êriş
Li wîlayeta Colorado ya Amerîkayê êrişeke çekdarî bi ser supermarketek pêk hat û di encamê de 1 polîs 10 kes jiyana xwe ji dest dan. Êrişker jî bi birîndarî hate desteserkirin.

Li bajarê Boulder bir ser wîlayeta Colorado ya Amerîkayê li ser supermarketek êrişeke çekdarî pêk hat.

Polîsên ku hatin cihê bûyerê jî bûn hedef ji êrişker re û di encama gulebaranê de 1 polîs 10 kes mirin.

Herwiha êrişker bi birîndarî hate desteserkirin û rayedar di derbarê êrişê de lêpirsîn dan destpêkirin. Nasnameya êrişker hê jî nehatiye diyarkirin.

Li aliyê din Berdevka Koşka Spî Jen Psakî di parvekirineke li ser Twitterê de ragihand ku Serokê Amerîkayê Joe Biden di derbarê bûyerê de hatiya agahdarkirin.

Herwiha hefteya borî di 17ê Adarê de li Amerikayê êrişeke çekdarî bi ser soloneke masajê pêk hatibû û di encamê de 8 kes hatibûn kuştin.

Di 21 Sibatê de jî li Wîlayeta Louisianayê ya Amerîkaye erişkarêk êrişî dikana çekan kiribû û di encamê de 3 kes hatibûn kuştin.

Rudaw
Top