• Monday, 01 July 2024
logo

Hevserokên HDPê yên Amedê serbest hatin berdan

Gulan Media March 23, 2021 Nûçe
Hevserokên HDPê yên Amedê serbest hatin berdan
Hevserokên HDPê yên Amedê Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen Uyanik ku girtin dihatin darizandin, serbset hatin berdan.

Peyamnêrê Rûdawê Abdulselam Akinci da zanin ku Hevserokên Partiya Demokratîk A Gelan (HDP)yên Amedê Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen Uyanik serbset hatin berdan.

Di çarçoveya lêpirsina ku ji aliyê Serdozgeriya Amedê ve hatibû destpêkirin, Ceylan û Ûyanik di 22ê Cotmeha 2020an de hatibûn desteserkirin û di 30ê Cotmehî de jî hatibûn girtin.

Rûniştina duyem ya Hevserokên HDPê yên Amedê li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate dîtin.

Ceylan û Ûyanik ji ber ku beşdariya merasimên serxweşiyê û axavtinên ku kirine bi tometa “endamtiya rêxistinê û “propagandakirina rêxistinê” dihatin darizandin, dadgehê biryara serbestberdanê da.

Hêzên polîs ên Tirkiyê roja 22ê Cotmehê bi ser avahiya navendî ya HDPê ya li bajarê Amedê û avahiya HDPê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê de girtibûn û ji sibehî heta êvarê lêgerîn û pişkinîn di nav avahiyan de kiribûn û dest bi ser hin kelûpelên nav baregehên wê partiyê de jî girtibûn.

Rudaw
Top