• Monday, 01 July 2024
logo

Erdogan bi boneya Newrozê peyamek belav kir

Gulan Media March 21, 2021 Nûçe
Erdogan bi boneya Newrozê peyamek belav kir
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi boneya Newrozê peyameke pîrozbahiyê belav kir û got, “Em dê li ser avakirina pêşerojeke ronî berdewam bin.”

Peyama pîrozbahiyê ya Erdogan ji aliyê Serokatiya Ragihandina Serokomariya Tirkiyê ve hat belavkirin.

Erdogan, Newroz wek sembola “mizgîniya biharê, biratî û aştiyê” binav kir û li hêviya xwe derbirî, “hesta hevgirtin û hevkariyê ku Newroz amaje pê bike, ji Asyaya Navîn ta Anatolya û Balkanan û cîhanê belav bibe.”

Serokomarê Tirkiyê dibêje, “Em dê bo kelcvan û hêviya ku Newrozê pêk aniye, berdewam bin li ser avakirina pêşerojeke dadperwarane, ewle û baştir.”

Niha li seranserê Kurdistanê Cejna Newrozê û serê sala Kurdî tê pîrozkirin û ahengên berfireh birêve diçin.

Rudaw
Top