• Monday, 01 July 2024
logo

Biden: Niha ji her demekê zêdetir pêwîstiya me bi peyama Newrozê heye

Gulan Media March 21, 2021 Nûçe
Biden: Niha ji her demekê zêdetir pêwîstiya me bi peyama Newrozê heye
Serokê Amerîka Joe Biden bi boneya hatina cejna Newrozê peyameke pîrozbahiyê belav kir û ragihand, Buhar nîşaneya taybet a nûbûnê ye, ji Amerîka heta Îran û Rojhilata Navîn û dilê mirovan bi ronahiyê û hêviyê tijî dike.

Serokê Amerîkayê di peyama xwe de diyar dike, wan li Koşka Spî pêşwazî li Newroz, wek kevneşopiyeke gelên Îranê kiriye.

Joe Biden got, "Niha ji her demekê zêdetir pêwîstiya me bi peyama ku Newroz wê bi xwe re tîne, heye."

Serokê Amerîka di peyama xwe amaje bi kesên ku di dema borî de ji ber Koronayê canê xwe ji dest dane kir û got: "Piştî hemû êş û azaran, divê di bîra me de be ku rojeke baştir li pêşiya me heye û divê em hemû bi hev re kar bikin, da ku armancên xwe yên mezin û hevbeş di pêşerojê de bi cih bîne ku ew jî aştî, xweşî û hevtêgihîştin e"

k24
Top