• Monday, 01 July 2024
logo

Dengderên HDPê: Îradeya me tê binpêkirin

Gulan Media March 20, 2021 Nûçe
Dengderên HDPê: Îradeya me tê binpêkirin
Hewlên girtina HDP û wergirtina mafê parlemantariyê ji parlemantarekî vê partiyê, karvedan li navxwe û derveyî Tirkiyê li pey xwe anîne û hêjî berdewam in. Dengderên HDPê jî dibêjin, “Îradeya me tê piştguhakirin û binpêkirin.”

Îro înê, dadgeha destûrî ya Tirkiyê bo lêkolînê li wan gilînameyan bo girtina HDP ku hatine tomarkirin raportk rasipart.

Ji aliyekî din ve, li bajarê Stenbolê xwepêşandanek cemawerî dijî girtina partiya siyasî li Tiriyê û avêtina parêzbendiyê li ser Umer Faruk Gergeroglu parlemantarê HDP birêve çû.

Nîhayet Duzen, xwepêşander, dibêje, “Vekirina dozê bo girtina HDP, berovajî mafê mirov e, berovajî demokrasiyê ye. Sitandina mafê parlemantariyê ji Umer Faruk Gergeroglu redkirina îradeya gel e.Ez wek welatiyekê naxwazim îradeya min bê piştguhkirin, naxwazim îradeya gel bê piştguhkirin. Min demokrasî divê, dixwazim li welatekî bijîm hêjayî sedsala 21ê be, dixwazim wek mirov bijîm.”

Di wê gilînameya dozgeriya giştî ya Enqereyê bo girtina HDP ku amade kiriye, dosyeya bûyerên Kobanî di 6-8ê Cotmeha 2014ê de bi bingeh li xwe girtiye.

Di wê dosyeyê de ku berê gilîname dijî 108 siyasetvanên HDP hatiye amadekirin , û Selaheddîn Demîrtaş û Vîgen Yokisdag hevseroka berê ya HDP di nav de ne, daxwaza avêtina parêzbendiyê li ser 9 parlemantarên din ên HDP dike, ku Perwîn Buldan hevseroka vê partiyê jî di nav de ye.

Baqî Gokçe, xwepêşander, dibêje, “Pêwîst e em bi awayekî cemawerî karvedanên xwe pêşan bidin, bi taybetî li beramber wergirtina mafê parlemantariyê ji Umer Faruk Geregeroglu. Ew xelkên ku deng dane wî divê bi wayekî ji awayan bên ser cadeyan. Eger dengê xwe bilind nekin, wê êrîşeke din li pey bê.”

Jiber berdewambûna karvedanan ji sibeha îro înê ve, operasyonên berfireh dijî endam û alîgirên HDP destpê kirine.

Li Enqereyê hêzên emnî Ozturk Turkdogan serokê komeleya mafê mirov û çend berpirs û endamên HDP bi tometa PKK girtin.

Tîmên dijî terorê û hêzên taybet bi heman tometê li bajarên Stenbol û Edene jî, endam û alîgirên HDP girtin, ku berpirsê rêxistinên HDP Bêşîktaş û Kaxethanê Stenbolê di nav de ne.

Rudaw
Top