• Monday, 01 July 2024
logo

Meşan Cibûrî daxwaz dike rojavayê Iraqê têkeve bin îdareya Herêma Kurdistanê

Gulan Media March 18, 2021 Nûçe
Meşan Cibûrî daxwaz dike rojavayê Iraqê têkeve bin îdareya Herêma Kurdistanê
Piştî daxwaza parlementerê fraksiyona El Fetîh Samir Zeydan li ser cudabuna Herêma Kurdistanê ji Iraqê, siyasetmedarê Iraqê Meşan Cibûrî jî daxwaz kir rojavayê Iraqê tekeve bin îdareya Herêma Kurdsitanê.

Parlementerê kutleya Sadqun ku ser bi Esaîb Ehlîheq ve ye Samr Zeyban, ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: "Cihêbûna Herêma Kurdistanê baştire ji bo ereb û kurdan.’’

Herwiha siyasetmedarê û parlementerê berê yê Iraqê Meşan Cibûrî bersiva Samir Zeyban daye û wiha nivîsandiye: ‘’Parlementar Samir Zeyban pêşniyaza cudabûna Herêma Kurdistanê kiriye, ji bo Iraq bibe dewleteke zêde ya xelkê şîe, lêbelê min daxwaz li Zeyban dikim li ser pêşniyaza herêmeke ji bo parêzgehên rojavayê Iraqê were damezirandin. Belkî wê demê şêniyên herêmê daxwaz bikin bikevin bin îdareya Herêma Kurdistanê lebelê dewleteke medenî berfireh û ayînî de, ku welatên cîran jî qebûl bikin.’’

Herwiha Meşan Cibûrî dibêje şêniyên herêma rojavayê Iraqê wê biryarê bidin bê tekêvin bin îdereya Herêma Kurdistanê yan jî Iraqê.

Basnews
Top