• Monday, 01 July 2024
logo

Demîrtaş: Welatê min Kurdistane

Gulan Media March 18, 2021 Nûçe
Demîrtaş: Welatê min Kurdistane
dibêje hun karên siyasî dikin ne karên dadweriyê.

Demîrtaş pozê dadwerên Tirk şikand.
Hevserokê berê yê HDPê Selahedînê Demîrtaş ku ev çend sale di girtîgehê deye, li ser dosyeya ku beriya niha dadgeha mafên mirovan ya Ewrûpayê biryara azad kirina wî dabû, duhê hate darizandin.
Demîrtaş di destpêka rûnîştina dadgehê de daxwaza guhertina dadweran kir û ragihand ku ew dadwer ne serbixwene belku di bin kontrola desthilatê dene.
Demîrtaş pişt re êrîşî ser dadwerên Tirk kir û got: Ez Kurdim, welatê min Kurdistane, ez ne faşîstim lê hun tev faşîstin.
Demîrtaş herwiha gotiye hun di bin navê dadweriyê de kar û çalakiyên siyasî dikin û biryarên we jî tev siyasîne.
Top