• Monday, 01 July 2024
logo

Efrîna dagîrkirî 3 sal in dinale

Gulan Media March 18, 2021 Nûçe
Efrîna dagîrkirî 3 sal in dinale
Herêm û bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê berî sê salan, di 20 Çileya 2018an de rastî êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve hat û piştî şerê 58 rojan, Efrîn roja 18ê Adarê hat dagîrkirin. Di encama dagîrkirina Efrînê de, zêdetir ji hezar welatiyên Efrînê şehîd û birîndar bûn, dora ji 300 hezar welatî jî bi neçarî derbider bûn. Ji wê demê ve jî, tawan û binpêkirinên mirovî li dijî welatiyên Efrînê bi awayekî rojane tên kirin.

Bombebarankirina EfrînêDîmenek ji bombebarankirina Efrînê
Sê sal di ser dagîrkitrina herêm û bajarê Efrînê re derbas dibin û bi awayekî rojane revandin, eşkencedan, kuştin welatiyan ji aliyê grûpên çekdar ve tên kirin û bi awayekî sîstematîk, mal û malên xelkê tên dizîn, talan û desteserkirin û bi armanca guhartina demografiya Efrînê û nehîştina nasnameya kurdbûna Efrînê, bi sedhezaran erebên Sûrî li şûna kurdan tên bicihkirin.

Di wê derbarê û li gor zanyariyên sazî û rêxistinên mirovî û yasayî yên navxweyî û yên navdewletî û bi taybet Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê:

Revandina welatiyên EfrînêDîmenek ji randina Welatiyên Efrînê
Ji encama êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê di 20ê Çileya 2018an de, Dora 300 sivîl şehîd bûn û 1500 sivîl birîndar bûn ku piraniya wan zarok û jin bûn. Dora 300 hezar kes derbider û koçber bûn.

Bi armanca xelkê Efrînê bi neçarî koçber bibe û standina fidyeyê ji xelkê, ji dema dagîrkirina Efrînê ve, zêdetir ji 7 hezar welatiyên Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ve hatine revandin û ta niha çarenivîsa nêzîkî 1 hezar kesî ne diyar e.

Dîmenek ji koçberiya EfrînêDîmenek ji koçberiya Efrînê
Bi mebesta guhartina demografiya Efrînê, bi hezaran Erebên Xûtaya Şamê, parêzgeha Idlibê û navçeyên cuda ên Sûriyê li Efrînê di mal û milkên Kurdan de tên bicihkirin.

Her di wê derbarê de, rêjeya kurdan li Efrîn berî sala 2011, %97 bû, lê piştî dagîrkirina Efrînê di Adara 2018an de, rêjeya kurdan li Efrînê bû %35. Hejmara Kurdan niha li seranserî herêma Efrînê (300) hezar kesan in, lê hejmara Erebên lê hatine bicihkirin gihîştiye (460) hezar kesî.

Bajarê EfrînêBajarê Efrînê
Ji bo têkdana nasname û kurdbûna Efrînê, zêdetir ji 45 cihên dîrokê, mezargehên olî û şûnwar hatine kolandin, dizîn û talankirin û firotan. Ji nava wan 15 mezar û cihên pîroz ên Êzidiyan e. ligel wê jî zêdetir 350 gorên Êzidiyan hatine şikandin.

Bi hinceta avakirina xalên leşkerî, vekirina riyan, avakirina komlegehên nişticihbûnê, grûpên çekdaran zêdetir ji 625 hezar darên zeytûnan birîne û zêdetir ji 700 hezar darên hiracî birîne û şewitandine.

Girê Eyn Dara ên şûnwarî rastî bombebarana firokeyên Tirkiyê hatGirê Eyn Dara ên şûnwarî rastî bombebarana firokeyên Tirkiyê hat
Bi boneya derbasbûna 3 salan di ser dagîrkirina Efrînê re, Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) di daxuyaniyekê de binpêkirinên mirovî û kiryarên li Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ve tên kirin şermezar dike û bang li Tirkiyê grûpên çekdar ji Efrînê derxîne û rêveberiya bajêr radestî xelkê wê yê resen bike.

Herwiha ENKSê di daxuyaniya xwe de aşkere kir, ev hemû tawan û binpêkirin bi armanca guhartina demografî Efrînê û li dijî hebûna kurdan li wê herêmê tên kirin. Tevî ku ev binpêkirinên mirovî yên li dijî xelkê Efrînê tên kirin ji aliyê rêxistinên mirovî û yasayî ve tên belgekirin, lê hîna ev binpêkirin û êş û azara Efrîniyan berdewam e.

K24
Top