• Monday, 01 July 2024
logo

Berdevkê eşîrên ereb bersiva wî fermandeyê Heşda Şeibî da: Ti cudahiya wan bi DAIŞê re nîne

Gulan Media March 17, 2021 Nûçe
Berdevkê eşîrên ereb bersiva wî fermandeyê Heşda Şeibî da: Ti cudahiya wan bi DAIŞê re nîne
Berdevkê eşîrên ereb yên deşta Neynewa bersiva wî fermandeyê Heşda Şeibî da ku gefa wê yekê xwaribû nahêlin qanûna bûdceya Iraqê bi sûda Herêma Kurdistanê were pesendkirin.



Duhî fermandeyekî koma Seyîdul Şuheda ya Heşda Şeibî, Ebû Ala El Welaî êrişî Herêma Kurdistanê kiribû û gefa wê yekê xwaribû, dê nehêlin qanûna bûdceya Iraqê bi sûda Herêma Kurdistanê were pesendkirin.



Li ser vê mijarê, berdevkê eşîrên ereb li deşta Neynewa, şêx Muzahim Hiwêt ji BasNewsê re got, milîsên Seyîdul Şuheda bi fermandehiya El Welaî bi encamdana tawanên mezin li dijî xelkê Iraq û Herêma Kurdistanê bi nav û deng in. Gotinên wî li ser Herêma Kurdistanê, destdirêjî ye li ser xelkê Kurdistanê û heqaret e li xwîna wan kesên ku canê xwe kirin qurbana Iraqeka demokratîk û federal.



Şêx Muzahim Hiwêt her wiha got, pêwîst yên mîna El Welaî spasiya Herêma Kurdistanê û Serok Mesûd Barzanî û Pêşmerge bikin. Çimkî eger ew nebûna, Iraq ji destê rêjîma faşîst ya Beis rizgar nedibû.



Berdevkê eşîrên ereb da zanîn jî, eşîrên ereb beriya niha gelek belge li ser tawanên Seyîdul Şuheda dane berpirsên Amerîkî û got, yên ku Hewlêr dan ber mûşekan jî, her ew in. Ti cudahiyeka wan bi terorîstên DAIŞê re nîne.



Basnews
Top