• Monday, 01 July 2024
logo

Serok Barzanî: Berhemên Dr. Kemal Mezher bûne sedema dewlemendbûna pirtûkxaneya Kurdî

Gulan Media March 17, 2021 Nûçe
Serok Barzanî: Berhemên Dr. Kemal Mezher bûne sedema dewlemendbûna pirtûkxaneya Kurdî
Serok Mesûd Barzanî bi boneya koça dawiyê ya dîronazê kurd ê navdar Prof. Dr. Kemal Mezher peyameke hevxemiyê belav kir.

Dîroknasê navdar ê Kurd Prof. Dr. Kemal Mezher Ehmed duhî 16ê Adara 2021ê li nexweşxaneyeke bajarê Bonn yê Almanyayê di temenê 84 saliyê de koça dawî kiribû.

Serok Barzanî di peyama xwe de got: Bi xemeke zêde ve nûçeya koça dawî ya zana û dîroknivîsê gelê me Dr Kemal Mezher gihîşt me. Dr Kemal Mezher li temena xwe ya pir bi berhemî da xizmeteke zêde nivîsîna dîroka gelê xwe kir û kitêb û berhemên wî yên zanistî gencîneyekî girîng û bihadar in û bûne sedema dewlemendtirbûna tevgerên lêkolîn û zanist û kitêbxaneya Kurdî. Ji destdana mirovekî zanayê wekî Dr Kemal Mezher ji bo gelê me ziyaneke mezin e.

Serok Barzanî got: Sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesûkar û hemû hevalên wî û navendên zanistî û ronakbîrî û hemû rewşenbîrên Kurdistanê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.”

Serok Barzanî ji xwedayê mezin hêvîdar e giyanê xwedêjêrazî Dr. Kemal Mezher bi dilovaniya xwe şad bike û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşe.
Top