• Monday, 01 July 2024
logo

Mîthat Sancar: Helebce komkujî ye

Gulan Media March 17, 2021 Nûçe
Mîthat Sancar: Helebce komkujî ye
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar got “Êşa ku 33sal berê li Helebceyê pêk hat xwe bi pêlên êrişên ji Kobanê heta Şingalê, ji Cizîrê heta Efrînê xwe dide nîşandan."

Mîthat Sancar di civîna partiya xwe ya heftane de di derbarê rojevê de axivî

Sancar dibêje “Îro salvegera bûyereke bi êş e. Adar, meha êşê ye. Di vê mehê de di vê mehê de komkujî û kuştin heye. Yek ji vana jî pir mezin û pir giring e. Îro 33yemîn salvegera komkujiya Helebceyê ye. 33 sal berî niha li bajareke biçûk Helebceyê mirovan ji hewa bêhnek xweş, bêhna sêvên şîrîn bêhn kirin. Piştî çend deqeyan bêhna wan çikiya. Kesên ku ji aliyê tîmên infazkirinê ve hatin şewitandin, bi bombeyan hatin perçekirin bi piranî jin û zarok 5 hezar kes hatin qetil kirin. 7 hezar mirov birîndan bûn. Li Helebceyê rêjeya jidayikbûna astengdar gihiştiye 4-5 carî ya Hîroşîma û Nagazakiyê. Sûceke ku li hemberî mirovatiyê pêk hatiye ye, lê di heman demê de bi pêwîstiya nasandineke zelaltir pê heye, hovîtiye.”

Sancar bang li civaka navnetewî kir ku qirkirina helebceyê wek komkujî bê naskirin û wiha berdewam kir “Em bi îbret lê temaşe dikin ku Hêzên navnetewî ji wê rojê heta îro vê pênasê qebûl nake. Em dîsa bang li civaka navneteweyî dikin: bila hovîtiya li Helebceyê wek komkujî nas bikin. Bila ew nas bikin ji bo ku bibe rojek bîranînê ya navneteweyî. Bila nas bikin ku yên ku armanca komkujiyeke wisa dikin, careke din cesaret nebînin. Bi hev re, divê em van rojan bi biryardariya têkoşînê û hewldana bi bîrkirinê di rojevê de bigirin. Rêya gotinê li vir derbas dibe `qet na ji bo careke din` ji bo ku careke din rê nedin komkujiyên wisa, em ê her tiştî bikin. Lê bar dikeve ser milên mirovatiyê jî. Bar dikeve ser milên civaka navnetewî jî. Bar dikeve ser milên hemû kesên bi wîjdan.”

Sancar diyar kir ku di operasayonên Enfalê de 182 hezar Kurd hatin kuştin û ew êş hê jî zindiye û sucên ku li dijî mirovatiyê pêk tên, wek hemû komkujiyên ku rûbirûyê nebin û neyên temîrkirin sed sal ji di ser de derbas bibe dê hemû êşên wek wê rojê zindî be.

Herwiha sancar dibêje “Êşa ku 33sal berê li Helebceyê pêk hat xwe bi pêlên êrişên ji Kobanê heta Şingalê, ji Cizîrê heta Efrînê xwe dide nîşandan. Ji ber vê yekê divê ku em têkoşîna xwe ya ji bo heq û edaletê li dijî zîhniyeta kujer bidomînin. Di heman demê de ev komkujî, bi hemû şewitandina xwe, tîne bîra me ku yekîtiya gelê Kurd berpirsiyarî û mecbûriyeteke dîrokî ye. ji bo serkeftina vê li hemberî gelê Kurd wek siyasi deynê me yê wijdanî ye. ji bo ku vî denynî bidin, em ê bi hemû hêzên kar bikin. Careke din jî em vê sozê didin.”

Rudaw
Top