• Sunday, 05 May 2024
logo

Bidawîbûna şer û peydabûna aramiyê ji reşkirina sinûrên niha destpêdike

Gulan Media February 3, 2016 Raport
Bidawîbûna şer û peydabûna aramiyê ji reşkirina sinûrên niha destpêdike

Hemû şirove amajê bi wê yekê dikin ku kok û tamara kêşeyên Rojhilata Navîn zêdetir di şikestina hukumraniyê de çirdibe, şikestina hukumraniyê jî di wê yekê de berceste dibe ku nikarîne deshelat û dahatê bi şêweyekî dabeş bikin ku hum hevsengiya deshelatan têde hebe û hum hemû bêkhatên welat hest bikin ku beşdarin di dirustkirina biryar û rêvebirina karûbar û nexşandina siyaseta welat de, daku hest bikin ku hevwelatiyên rastî yên welatin û bi xwe rol hene di çarenivîs û paşeroja welatê xwe de, herwiha xwe bi berpirsyar bizanin ji her encamekê ku ji siyaset û biryarên tên cêbecêkirin çêbibe.

Ev şikandine ketiye astê şerê hundir û şerê bi wekalet û destêwerdana derveyî û navçe bûye qada yariya herêmî û qada hevrikiyên ciyopolîtîkî, bi rengekî ku kêşe û kirêzên çaresernekirî rewşek peydakirine ku navçe hemû li ber guhertin û ji nûve daraştinê ye, çûnkî nabe ev rewşa niha dirêjbike. Ew a ku niha hemû alî li ser hevhizirin pêktê ji hilweşandina ew sîstema ku paş rêkeftina SayksPîko navçe li ser hatiye binyatnan. Niha jî heger li gor pîverên Firansîs Fokoyama yên ji bo dewletê em li rewşa van dewleta binêrin wê xuyabibe ka çawa ev dewlet şikestine di erkên bingehîn yê dewletê de û çawa ew pîverên dewletan nemane, ev yeke di rewşa welatên wek Lîbiya û Sûriya û Îraq û Yemenê de bi ronî xuyadike. Bo nimûne em dibînin Îraq û Sûriya bi şêweyekî perçe perçe bûne ku ew ihtîmal nemaye ku wek berê vegerin, wate pêwîste di ev rewşa xwînî û şer de guhertin û hizirên nû çêbibin, daku rojgareke nû peydabibe û têde kêşeyên bingehîn werin çareserkirin û aştî li navçeyê berqerarbibe, herwek çawa paş şerê 30 salî yê Ewropa hejmarek rêkeftin hatin pêş û paşê bûne beşek ji aştiya Wîstvalî.

Yek ji ew guhertin û pêşveçûnên ku piraniya şirovekarên navçeyê ta astekî li ser hevrane, ew e ku hinek ji miletên navçeyê ku berê rêgirî lê hatibû kirin ku bibin xudan dewletên serbixwe, wek kurdan, niha pêwîste di jinûve daraştina nexşe û sîstema navçeyê de xwesta vî miletî li ber çava be û ew delîfe bi wan were dan ku mafê biryardana çarenivîsê bikarbînin.

.
.
.

Kurdistan di nav hevkêşa tevheva rojhilata navîn de

Tevî hemû ew tevheviyên ku li Rojhilata Navîn hene û herwiha hemû ew hevpeymanî û hevrikiyên olî û mezhebî, lê hên di navbera hêzên mezin yên cîhanê û hêzên mezin yên Rojhilata Navîn de xalên hevbeş hene, ew jî (jinavbirina DAIŞ û vegerandina aramiyê ye) vêca çi ev armance di nav sinûrên kevin de peydabibe yan sinûrên nû werin nexşandin, ev xala hevbeş a di navbera hemû aliyên peywendîdar bi Rojhilata Navîn re ye, wekî ev armanca hevbeş, hemû dewletên mezin yên cîhanê û dewletên mezin yên Rojhilata Naverast bi şêweyekî ji şêweyan li hember Herêma Kurdistanê û ew şêwazê hukumraniyê ku li Herêma Kurdistanê birêvediçe, hestbidilxweşiyê dikin û her yek ji wan hêzana bi şêweyekî ji şêweyan şanaziyê bi wê yekê dikin ku hevkariya Herêma Kurdistanê kirine, yan hazirin ku alîkariyê bikin, di nav wan de Îran û Rûsiya û Hukumeta Îraqê jî heger em ji wê rastiyê li siyaseta Herêma Kurdistanê binêrin li hember koya kêşeyên Rojhilata Naverast bigiştî û Îraq û Sûriya bi taybetî, hemû cîhan hest bi ew siyaseta ron û eşkere dike ku Herêma Kurdistanê piyade dike, zelaltir siyaseta Herêma Kurdistanê bi xalên hevbeş û negor yên temama hevpeymanên cuda yên li navçeyê hev digre ku pêktê ji (jinavbirina DAIŞ û vegrandina aramiyê ji bo navçeyê), bo nimûne heger armanca her yek ji 3 hêzên mezin yên Rojhilata Navîn ku (Turkiya û Îran û Seûdîye) ne, heger armanca wan jinavbirina DAIŞ û vegerandina aramiyê be, wiha Herêma Kurdistanê dostê hersê aliya ye û wek hev seredana her sê aliya dike û wek hev pêşwaziyê li şandiê her sê aliyan dike, vêca ecindayê welatekî paş DAIŞê ji ecindayê welatê din cudaye, ew yeke têkilî bi siyaseta Hukumeta Herêma Kurdistanê ve tuneye, ji ber ku paşeroja Kurdistanê ji niha ve ne tenê paş DAIŞê, her wê ew be ku Gelê Kurdistanê wê bi rêya sendoqên dengdanê biryarê li ser bide û her li ser bingehê encamên wan dengdan û rapirsiyê jî Herêma Kurdistanê berî hemûyan wê bi Bexdad û paşê bi Riyad û Tehran û Enqere re biaxfe û piştre her li gor biryara Gelê Kurdistanê wê bi Civaka Nêvdewletî re bideûbistîne.

Serok Barzanî ev peyame di kombûna xwe a bi konsilgeriyên giştî hemû ew welatên ku konsilên xwe li Kurdistanê hene re bi eşkere behs kiriye û peyama rasteqîne a Gelê Kurdistanê li ser zarê serok Barzanî ji wan re hatiye ragihandin, di wê kombûnê de ji bilî konsilên welatên cîran û erebî, konsilên welatên hertim endam di civata asayîşa nêvdewletî de jî amadebûn, ev jî wate serok Barzanî nêrîna Kurdistanê ji bo paşeroj û aramiya navçeyê paş DAIŞê ji cîhanê re ragihandiye, ev ragihandine jî destpêka hewleke diplomasî mezine daku bi şêweyekî aştiyane û bi rêyên diplomasî bi hemû welatên cîhanê re rastewxo were behskirin.

Pirsyara giring li vir ew e: gelo çawa berjewendiyên cuda yên nêvdewletî û herêmî wê li ser rewşa niha a Kurdistanê hevbigrin û wê çawa hewil were dan di nav wan cudahiyan de têgiheştin bi siyaseta Herêma Kurdistanê re were dirustkirin? Bersiva vê pirsyarê girêdayî ye bi şêwazê rêvebirina wê siyasetê li ser erdê û bawerîbûn bi ew şerên pêşmerge li ser erdê dike û ew serketinên mezin ku tomarkirine û dike. Ji aliyekî din ve ew ê cihê serbilindiyê ye ji bo neteweya me, heger em şerê azadkirina Şengalê bi şerê azadkirina Remadî re berhevbikin, em bibînin ku ew serketina mezin a hêza pêşmerge ku karî di mawê 48 demjmêran de bidestxe, hêzên Îraqê li Remadî nikarîn di çend mehan de bidestxin, cuda ji vê welatiyên erebên suneyên Îraqê bi serketinên hêzên Îraqê bi taybetî mîlîsên Heşda Şeibî dilgiran dibin û ji wê yekê ditirsin ku di ber heyfrakirina mezhebgerî a şîe kevin, lê erebên sune û şîe yên Îraqê yên li Kurdistanê û yên li navçeyên xwe, bi serketinên pêşmerge dilxweşin û hazirin ku ji Kurdistanê û bi hevkariya hêza pêşmerge hazirî ji bo azadkirina Mûsilê were kirin, lê wan mercên pêşwext hene ku nabe hêzên Îraqê, bi taybetî hêzên Heşda Şeibî di azadkirina Remadî yan Mûsilê de beşdarbin, ev jî wate hêza pêşmergeyê Kurdistanê ku hêzeke hemû netewe û ol û mezhebên cuda yên Kurdistanê li xwe digre û leşkereke nasnama niştimanî û neteweyî di ser her tiştî re ye di çarçovê (Nation) de di ser ev netewe yan ew ol yan mezhebekê re ye, lewra di vê derbarê de kurdistanê kariye têgeha netewe bi wataya (Nation States) derxe pêş û watayê niştimaî pêbide, herwek çawa li Ewropa serketina dewleta neteweyî wataya dewleta neteweyî guhert bo dewleta niştimanî, ev jî bi wataya raste hemû heza kurdan ew e ku dewleta Kurdistanê were damezrandin, lê ev dewlete ne bi wê watayê ye ku Kurd welatiyên pile yek bin û yên din welatiyên pile du bin, na, çawa niha di dewleta dîfaktoya Kurdistanê de, Kurdistan niştimana hemû pêkhate û netewe û ol û mezhebên cudaye, di paşerojê de jî Kurdistan wê her welatê hemûyan be, ji vê jî zêdetir herwek niha çawa cihekî arame ji bo hemû ew netewe û olên cuda ku ji tirsa nebûna aramiyê berê xwe didin Kurdistanê û gîştiye wê astê ku di mediyayên cîhanî de ji Şeqlawe re dibêjin Şeqloce, di paşerojê de jî wê her wiha be û Kurdistan wê her cihekî aram be ji bo temama mirovatiyê û temama netewe û olên cuda yên navçeyê.

Ev wekheyiya niha a Kurdistanê, li ser astê giştî a siyaseta civaka nêvdewletî û siyaseta giştî a navçeya Rojhilata Naverast û bi şêweyekî taybet jî li ser astê ew siyaseta lokalî a ku niha heyî ku di nav xwe de tê piyadekirin, wek em dibînin ligel hemû hizir û boçûnên cuda û li gel hemû ol û neteweyên cuda û temama mirovatiyê ji bo seqamgîrî û jinavbirina DAIŞê û vegerandina aramiyê hevdigrin, vê jî Kurdistan kiriye ew xala hevbeş a ku bi hemûyan re hevdigre û nakeve di nav hevpeymanî yan cemseriyeke navçeyî a li aliyekî de.

Wergêran ji K.X.
K.Kalo
Top